Meş û mitînga Kolnê
Duşem 18 Mijdar 2024 - 02:55
- 16'ê Mijdara 2024’an Kurdistanî û enternasyonalîstan li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîng û meşeke mezin li dar xistin. Daxwazên wan ev bû: “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Kurdistanê re statu."
FIRAZ BARAN / KOLN
Li Kolnê roj saet di 07:50'î de hilat û saet di 16:40'an de çû ber avan. Çalakî tariya sibehê dest pê kir û tariya êvarê bi dawî bû. Cihê kombûnê Deutzer Werft bû. Ev der li kêleka çemê Rheinê ye û dikare 80 hezar kesî bihewîne.
Organîzatorên çalakiyê di 15'ê Mijdarê de hatin Deutzer Werftê û li wir sehneyek mezin ava kirin. Ciwanên wazîfedar şeva xwe li vir derbas kirin. Serê sibehê saet di 05:00'an bi dehan kesên ku cil û bergên wazîfedaran li xwe kiribûn çûn stasyonên trênê yên Koln HBF, Neumarkt, Heumarkt û Deutzê. Her wiha li rêyên sereke jî sekinîn û rêya qadê nîşanî gel kirin.
Gel tariya sibehê seat di 06:00'an de herikîbû Kolnê. Bi otobus, trên û wesayîtan... Kurdistaniyên li Elmanya, Hollanda, Belçîka, Bakurê Fransa û Swîsreyê dijîn beşdarî çalakiyê bûn. Hejmareke girîng a enternasyonalîst jî beşdarî xwepêşandanê bûn.
Li Deutzer Werftê nêzî 200 mînîbusên polîsan hebûn. Piraniya wan jî polîsên BPHê (Polîsên taybet) bûn. Ji ber ku bi hezaran kes ber bi qadê ve diherikîn polîsan di serê sibehê de rêyên derdora Deutzer Werftê girtin. Polîsan destûr nedan ku li cîhê qadê standa xwarin û vexwarinê bê vekirin. Lewma bi hezaran kes li kuçe û kolanên Deutz û Heumarktê belav bûn, qehwe vexwarin û taştê xwarin.
Gel saet di 12:00'an dest bi meşê kir. Korteja Tevgera Jinên Kurdistanê li eniyên herî pêş meşiyan. Ya ku ev 20 sal in pêşengiya Şoreşa Kurdistanê dikin û di hemû saziyan de herî zêde kedê didin tevgera jinê ye. Lewma kortejek taybet bi watedar bû. Ciwan û Enternasyonalîst jî weke du komên taybet li pişt tevgera jinê meşiyan.
Çemê Rheinê di nav bajarê Kolnê re derbas dibe. Gel ji pira Severingê derbasî aliyê din bû. Ew der jî Heumarktê... Koln 2 hezar sal berê hatiye avakirin. Heumarkt qada herî dîrokî ya Kolnê ye. Ji ber ku bi dehhezaran gel hebû û pira Severingê hejiya, polîsan ev pir li trafîkê girtin, kortej kirin sê perçe û gel bi vî şiklî derbasî aliyê din bû.
Bi dehhezaran kesî bi qasî 3 km di nava kolanên dîrokî yên bajêr re meşiyan û gihiştin Pira Deutzerê û ji vir vegeriyan qada Deutzer Werftê.
Keda Gelê Kurdistanê
Lozan 700 km ji dûrî Kolnê ye. Munchen 574 km, Berlîn 573 km, Parîs 500 km, Hamburg 400 km ye. Bi deh hezaran kes dest ji karên xwe berdidin û tevahiya rojê li ser rê derbas dikin. Vê yekê dikin da ku daxwaza azadiya rêberên xwe û statûya welatê xwe biqîrin. Gelê Kurdistanê bi dehan sal in vê fedakariyê dike.
Ramazan Olçen got: "Ez ji Neuchâtelê derbasî Lozanê bûm. Li wir bi otobusê hatim. Bi giştî 770 km ye." Û berdewam kir: "Dûrbûna rê ne girîng e. Ya girîng dilsoziya bi Rêbertî û welat re ye."
Ez Hevserokê FED-KURD'ê Menderes Canbek jî li qadê dibînim. Ew jî vê agahiyê dide:"Federasyona me li 5 eyaletan xwe bi rêxistin kiriye: Berlîn, Truhingen, Sachsen, Sachsen-Anhalt û Brandenburg. Me xwe di nav Kurdên Çekoslovakya û Polonyayê de jî birêxistin kiriye. Çalakiyên navendî her tim li bajarên dûrî me tên lidarxistin. Em bi saetên li ser rêyên dûr û dirêj tên. Lê em her tim bi kelecan tevlî çalakiyan dibin. Armancên me hêz û yekîtiya me xurtir dike."
Bi dehan gaziyên Kurdistanî, bi sedan stranbêj, nivîskar, berxwedêrên girtîgehan û siyasetmedarên mexdûrên KCK'ê jî beşdarî meşê bûn. Polîsan girîngiyeke taybet da korteja Enternasyonalîstan. Komek polîs li kêleka wan meşiyan.
Korteja Enternasyonalîstan
Polîsan girîngiyeke taybet da korteja Enternasyonalîstan. Li seranserê cîhanê û li gelek welatên cuda (Amerika û Ewropayê bigire hetanî Tamîlê) komek mezin tevlî xwepeşandanê bûn. Enternasyonalîstan bi pankart, stran û dirûşmeyên xwe moralek mezin dan gelê Kurdistanê. Li qada mîtîngê jî li ser navê hemû enternasyonalîstan daxuyaniya nivîskî hate xwendin. Li ser navê gelê Tamîlê jî axaftinek taybet hat kirin. Gelê Kurdistanê bi baldarî û hestiyarî li vê axaftinê guhdarî kir.
Axaftina Omer Ocalan
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî beşdarî mîtîngê bû û axaftinek kir. Dema ku dest bi axaftina xwe kir li qada mîtîngê bêdengiyeke mezin çêbû. Ji ber ku ev demeke dûr û dirêj e tu xeber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehat. Cara ewil ew çû Girtîgeha Girava Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Omer Öcalan got:"Ez 37 salî me û min cara ewil rêzdar Ocalan dît. Ev 26 sal in tecrît bi girankirî berdewam dikir. Dema ku min pê re hevdîtin kir got ku rewşa Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş başe. Min jî rewşa tenduristiya wî pirsî. Min got, 'Serokê min tendurîstiya te çawa ye.' Got, 'We mijare derbas be. Tenduristiya min baş e, ji bo çareseriyê em hazir in. Lazim e gelê me jî ji bo çareseriyê hazir be.' Rewşa gel pirs kir û got: 'Hûn biçin kuderê, silavên min ji gelê me re bêjin.”