Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, bi meşeke 3 rojan tê protestokirin. Meşa bi organîzasyona FCDK-KAWA´yê pêr ji bajarê Elmanyayê Frankfurtê dest pê kir. Meşê doh li Darmstadtê dewam kir û îro jî li Mannheimê bi encam dibe.

Salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi pêşengiya FCDK-KAWA li bajarên Elmanyayê Frankfûrt û Darmstadtê hat rûreş kirin. Meşa 3 rojî îro li Mannheimê bi dawî dibe.

Doh meşê li meydana Luisenplatz a Darmstadtê destpê kir û di meşê de  tecrîd careke din hat rûreşkirin.

Meş bi beşdariya Kurdistaniyên ji Saarbrucken, Frankfurt, Darmstadt, Hannau û Offenbachê li Bockenheimer Warte ya Frankfurtê destpê kir û îro Meydana “Alten Messplatz”ê bi dawî dibe. Meşa li Mannheimê ji Wasserturmê dest pê dike.

Dio dema  meşan, danezana têkildarê Komploya 15’ê Sibatê, bi Elmanî tê xwendin û axaftinên li dijî komployê û berxwedana li beramberî wê tên kirin. 

DARMSTADT