Merasîma Pêşbirka Arjen Arî tê lidarxistin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 5 Mijdar 2022 - 02:07

Encamên  Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 9’an hatibûn eşkerekirin. Merasîma xelatdayîna pêşbirkê, îro (şemiyê) li Amedê tê lidarxistin. 

Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ev 9 sal in li ser navê helbestvanê nemir Arjen Arî pêşbirka helbestan li dar dixin û xelatan didin. Arjen Ariyê ku di dilê kurdîhez û wêjehezan de çiyayekî bêhempa bû, beriya niha bi 10 salan, di 30’ê Cotmeha 2012’an de koça dawîn kiribû. Bi pêşengiya malbata wî, wek kevneşopiyekê, berpirs û nûnerên saziyên sîvîl, weşanxaneyên Kurd, nivîskar, xwîner û hezkiriyên Arjen Arî wek her sal, îsal jî di 10’emîn salvegera wefata wî de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Baxler a Amedê hatin gel hev. Piştî axaftinên der barê wî de, bibîranînên bi wî re hatin parvekirin, li ser vexwendina malbatê, kesên ku hatibûn goristanê, çûn mala Arjen Arî û li wir bi hev re xwarin xwarin.

Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî da zanêîn ku ew di 5'ê Mijdara 2022’yan de (îro), roja şemiyê, xelatên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî bidin xwediyên wan. Wek ku berê hatibû daxuyandin û encam hatibûn eşkerekirin, îsal xelata yekemîniyê ya pêşbirka helbestan a Arjen Arî Bahadîn Akhan werdigire û her wiha xelata rûmetê jî Ragip Zarakolu werdigire. Îsal Hamid Omerî, Hatîce Kiliç, Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle û Nejla Arî di lijneya nirxandina berheman de bûn, ango di juriya vê pêşbirkê de bûn. Di encama nirxandinan de juriyê biryar da ku xelata yekemîniyê bide helbestvan Bahadîn Akhan.

 

Xelata rûmetê ji bo Ragip Zarakolû

Îsal jî xelata rûmetê tê dayîn. Lijneya amadekar a vê merasîmê biryar daye ku xelata rûmetê ya îsal, ji ber xebatên wî yên sûdewer ên ji bo gelê Kurd, bide Ragip Zarakolû. Şebnem Korur Fîncanciya ku niha ji ber daxuyaniyên xwe yên derbarê gaza kîmyewî de dîl hatiye girtin, ji ber xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan, Kadîr Înanir ji bo piştgiriya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê û Konseya Navendî ya TTB’yê jî ji bo sekna xwe ya li hemberî êrişên li dijî Efrînê, berê ev xelat wergirtibûn. Xelata Ragip Zarakolu dê ji aliyê kurê wî Denîz Zarakolû ve bê wergirtin.

MA/AMED

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.