Cenazeyên 4 şervanên YBŞ’ê û 4 xebatkarên tendirûstiyê ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî nexweşxaneya Sikêniyê ya li Şengalê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
Cenazeyê şehîdan li ser daxwaza malbatên wan li goristanên taybet ên li Şengalê yek bi yek bi merasîman hatin veşartin. Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan jî merasîmeke leşkerî ji bo şehîdan hat lidarxistin.
Li ser navê Fermandariya YBŞ-YJŞ’ê Axîn Întîqam got, “Em soz didin malbatên xwe yên welatparêz ku em ê ji bo pêkanîna xeyal û hesretên şehîdên xwe bi şev û roj bixebitin. Ev êrişên qirkirinê wê negihîjin armanca xwe. Bila her kes bizane ku dema yek ji me şehîd dibe, wê bi dehan li şûna wê bên.”
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Azad Huseyîn jî diyar kir ku hikûmeta Iraqê di dereceya yekemîn de ji ber êrişan berpirsiyar e û divê Iraq helwêsta xwe ya li hemberî êrişên li dijî gelê Êzîdî zelal bike.
Di axaftina li ser navê malbatên şehîdan de jî peyama sersaxiyê ji Rêber Abdullah Ocalan û gelê Êzîdî re hat dayîn.
Piştî axaftinan cenazeyê xebatkara tendirûstiyê Mûhlîse Sîdar li ber tilîliyên dayîkan û dirûşmeya “Şehîd namirin” hat veşartin.
ŞENGAL