Menîce Haco şehîd bû

Duşem 20 Çile 2025 - 03:20

Bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê, gundên Berav û Koçeratê bi armanca parastina Bendava Tişrînê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berê xwe dan herêmê. Ji 8ˈê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji hilweşînê û rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker nobetê digirin.

Li aliyekê din Meclisa Giştî ya PYD’ê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyeke nivîsîkî nasnameya endama Meclisa giştî ya PYDˋê û Hevseroka Nivîsgeha PYDˋê ya Qamişloyê Menîce Haco Heyder eşkere kir û wiha got:"Ji 38 rojan ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke sîstematîk tê kirin. Di van êrişan de binesaziya herêmê, bi taybet Bendava Tişrînê ku damara jiyanê ya bi milyonan mirovên li vê herêmê ye, tê hedefgirtin. Ev êriş ne tenê gefan li îstîqrar û aştiyê dixwin, armanc ew e ku planên mêtingeriyê yên Osmaniya Nû pêk bên, hêmanên jiyanê yên gelên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê werin têkbirin. Tevî van êrişên hovane û yên bênavber, lê QSDˋê û YPJˋê rojane destanên lehengiyê dinivîsînin û vê berxwedanê ji vîna gelên herêmê yên ku teslîmbûyînê qebûl nakin û piştgiriya hêzên xwe dikin, werdigirin. Berxwedana ku heta van kêliyan li Bendava Tişrînê tê kirin, ne tenê şerê parastina xakê ye, lê belê şerê hebûn û dîrokê ya ji bo azadî û rûmetê ye.

Ew sembola fedakariyê bû

Dewleta Tirk li dijî sivîlên ji bo parastinê li Bendava Tişrînê nobedariyê dikin, bi balafirên şer êriş dike. Îro jî dewleta Tirk careke din êriş kir û komkujiyeke hovane pêk anî. Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û gelek sivîl jî birîndar bûn. Ev hemû digel bêdengiya navneteweyî de pêk tên. Ev sûcên bênavber binpêkirina aşkera ya nirxên mirovî û qanûnên navnetweyî ne û li sicila sûcên rejîma Tirk a komkujî û sûcan zêde dibe.

Em Meclisa Giştî ya PYDˋê bi xemgîniyekê nasnameya endama meclisa giştî ya partiyê û hevseroka Nivîsgeha PYDˋê ya Qamişloyê Menîce Haco Heyder tevî şehadeta 3 hevrêyên din ên nobedar aşkera dikin. Hevrê Menîce sembola têkoşîn û fedakariyê bû. Di jiyana xwe de li hember doza jinan û doza gelê xwe bi rihê berpirsiyartiyê tevdigerî . Em van komkujiyên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi berpirsiyartiyên xwe rabin û van êrişên hovane yên li dijî gelê me bi dawî bikin. Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûne dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em diyar dikin ku wê xwîna we ya paqij ji bo rêya azadiyê ji me re bibe ronahî. Em soza xwe ji gel û şehîdên xwe re nû dikin ku têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna armancên azadî, edalet û aştiyê bidomînin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.