Adaptasyoneke modern a Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi Elmanî li bajarê Elmanyayê Ludwigshafenê li ser dika şanoyê şemî û yekşema bihurî hat nîşandan. Performansa koma şanoyî "Mahala International" li şanogeha Jungen Pfalzbau hat ecibandin. Di şiroveya modern de boteke penaberan li peravê xistiye û şano wisa li ser Meydana Theaterplatzê dest pê dike.
Luise Rist derhêneriya lîstikê kir, di amadekirina lîstikê de Çoman Behrem Xelîl hevkarî kir. Wekî din muzîka Tayfûn Ateş û Ahmad Almîr refaqetî performansê kir. Promiyera lîstikê şemiya bihurî bû û yekşemê jî du caran saet 17 û saet 19´an lîstik hat nîşandan. Ji bilî zimanê ku ji bo temaşekeran henekoyî bû, Luise Rist sehneyên dansê jî di nava lîstikê de bi cih kiribûn.

LUDWIGSHAFEN