Mely Kiyak xelata Heinrich Mann wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Sibat 2025 - 01:30

Akademiya Hunerê ya Berlinê li ser navê Heinrich Mann xelata wêjeyê dide, îsal ev xelat dan Mely Kiyak. Kiyak bi eslê xwe kurd e.

Weşanxaneya Hanser ev agahî ragihand. Xelata ku beramberî 10 hezar Euro ye wê roja 25'ê adara 2025'an li Akademiya Hunerê ya Berlinê ya li Meydana Parîsê bi merasimekê bidin Kiyak.

Li gor nûçeya DW'yê, juriyê di sedema dayîna xelatê de gotiye; "Mely Kiyak li nav civaka alman bi metnên xwe bûye dengê girîng ê entellektuel."

Mely Kiyak kî ye?
Nivîskar Mely Kiyak keça malbateke kurd e. Ew di sala 1976'an de li nêzî Bremenê hatiye dinê. Di sala 2005'an de li Zanîngeha Leipzigê beşa edebiyatê xwendiye.
Wê ligel nivîskarî, wekî rojnamegereke freelance jî kar kiriye. Di sala 2012'yan de Xelata Theodor Wolff, di sala 2021'ê de Xelata Weşangerî ya Kurt Tucholsky û di sala 2022'yan de jî Xelata Christine ya Wêjeyê ya Weşangerên Jin girtiye.

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.