Mêjiyê çêkirî wê bûyerên şidetê texmîn bike

În 14 Çile 2022 - 22:36

  • Li gelek welatan li ser teknolojiya mêjiyê çêkirî xebat têne kirin. Bi xebatên zanyaran mêjiyê çêkirî di gelek warên jiyana rojane de cihê xwe digire. 

Li gelek welatan li ser teknolojiya mêjiyê çêkirî xebat têne kirin. Bi xebatên zanyaran mêjiyê çêkirî di gelek warên jiyana rojane de cihê xwe digire.

Zanyar dixwazin vê teknoojiyê serketîtir bikin û ji ber vê yekê, vê carê hewl dan ku ji texmînên mêjiyê çêkirî sûdê wergirin.

Li Zanîngeha Navendî ya Florîdayê mejiyê çêkirî yê bi navê CoupCast hatiye bipêşxistin ku li gorî daneyên li ber destan, dikare bûyerên şidetê texmîn bike.

Yek ji xebatkarên vê teknolojiyê, Clayton Besaw dibêje, “Êdî bêhtir derfetên me hene. Piştî vê yekê em dikarin rêgeheke cuda diyar bikin.”

Hin zanyar difikirin ku texmînkirina mêjiyê çêkirî, bipêşketinek e û hin jî dibêjin, her tim encamên erênî dernakevin ji vê yekê.

Zanyar Philip Schrodt dibêje, “Em dikarin li vê teknolojiyê, wekî texmînên rewşa hewayê bifikirin. Wekî tevdîrên li dijî bahozan, em dikarin di bûyerên civakî de jî vê yekê ji pêşî ve bibînin û li gorî vê yekê tevdîran bigirin.”

Zanyarên şirketa One Earth Future jî dibêjin, gelek dane hene li ber destan. Ji ber vê yekê texmînkirina bûyereke şidetê wê zehmet be. Her wiha hin zanyar dibêjin, mînaka  texmînkirina rewşa hewayê ne mînakeke baş e. Karesatên ji ber rewşa hewayê, xwezayî ne. Lê belê mirov berovajî texmînan hin rêbazên din pêş dixin û texmînên mêjiyê çêkirî wê bi kêr neyên.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.