• Wekîlê DEP'ê Mehmet Sîncar li Taxa Firatê ya navçeya Qoserê ya ser bi Mêrdînê li ser gora xwe hate bibîranîn.

Wekîlê DEP'ê Mehmet Sîncar li Taxa Firatê ya navçeya Qoserê ya ser bi Mêrdînê li ser gora xwe hate bibîranîn. Sîncar 4'ê Îlonê li gel rêveberê Bajêr ê DEP´ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr li Êlihê bi êrişeke çekdarî sala 1993'yan şehîd bûbû. Malbata Sîncar, wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan, Îmam Taşçier û gelek kes di bibîranînê de hazir bûn.
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar li ser gorê axivî û got, ''Çi jî bikin, barê ser milên me ye ku em faîlan derxînin holê. Em deyndarî nirxên xwe ne. Heta ku temenê me têrê bike. Heke temenê me têrê neke zarokên me wê ji vê dozê negerin.''
Sîncar got, hewl didin ku wext di ser dozê re biçe û doz bikeve: ''Em ê ji doza xwe neqerin. Ev ala şeref û namûsê ye. Em ê vê alayê hildin. Em bang li her kesî dikin. Em sond dixwin li ser vê gorê, em ê têkoşîna demokrasiyê li dijî êrişan bidomînin.''
Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî got, dijminatiya li Kurdan didome.

MÊRDÎN