Mehmet Sevînç qetil kirin!

Pêncşem 7 Nîsan 2022 - 22:18

  • Girtî Mehmet Sevînç ê ku li Girtîgeha Akhîsarê xwîn rijiyabû ser mejiyê wî, şehîd bû.

Girtî Mehmet Sevînç ê ku li Girtîgeha Akhîsarê xwîn rijiyabû ser mejiyê wî, şehîd bû.

Mehmet Sevînç ev 28 sal in dîl bû. Ew li Girtîgeha Akhîsarê ya Manîsayê hate qetilkirin. Li gorî îddîayan di 3’ê Nîsanê de saet di 03.00’an de dema gardiyan çûne qawîşa yekodeyî, dîtine ku Sevînç ji ser hişê xwe çûye. Piştî ku Sevînç rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mûstafa Kîrazoglû ya Akhîsarê, derket holê ku xwîn rjiyaye ser mejiyê wî û ew emeliyat kirin. Malbat bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê bû. Doh saet 11.00’an leşkeran agahî da malbatê ku Sevînç jiyana xwe ji dest daye. Ji bo otopsiyê cenazeyê Sevînç birin morgê.

Bavê min kuştin

Keça wî Bêrîvan Sevînç, agahî da me û got “Bavê min xistine hucreya yekkesî û ew li wir kuştine. Tu agahiyê nadin me. Em nizanin çima hatiye kuştin û çi hatiye serê wî. Ne bijîşkan, lê leşkeran agahiya mirina wî da me.”  

MA/MANÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.