Mehmet Ertak ê windakirî, sax xuya dike

Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 03:05

Karkerê kana komirê Mehmet Ertak di 18'ê Tebaxa 1992'yan de ji hêla polîsan ve tê binçavkirin û dû re jî tê windakirin. Tevî girteka fermî ya binçavkirinê jî dewlet û emniyet windakirina Mehmet Ertak qebûl nakin, lewma Mehmet Ertak hê jî di resmiyetê de sax xuya dike.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştinên kiryar nediyar ku ji salên 1980'yî dest pê kir û heta salên 2000'î dewam kir, bêhiqûqiyek gelek mezin bi xwe re anî. Li gor lêkolînên saziyên mafên mirovan ji salên 1980'yî, 1990'î û vir ve 17 hezar kuştinên kiryar nediyar rû dane. Malbatên windayan ku ev bi salan e li bajarên cuda cuda li aqûbeta xizmên xwe dipirsin, ti encam bi dest nexistine û dewlet û desthilatê jî ji bo zelalkirina van kuştinan ti gav neavêtine. Yek ji wan malbata Mehmet Ertak e ku di 18'ê Tebaxa 1992'yan de li Şirnexê gava ji kar vedigere tê binçavkirin û dû re jî tê windakirin. Kurê Mehmet Ertak, Serhat Ertak ku niha tevî malbata xwe li Wanê dijî, behsa pêvajoya windakirina bavê xwe kir û bêhiqûqiya li wan hatiye kirin vegot.

Mehmet Ertak navê kure xwe danîbû Serhat, lê wê demê bi hinceta navên kurdî qedexe ne, memûrê nifûsê navê wî weke Servet nivîsandiye. Dema Mehmet Ertak hat windakirin, çar zarokên wî li pey man. Gava hatiye windakirin jî kurê wî Serhat 6 salî bûye. Serhat niha tevî dayik û birayên xwe li Wanê dijî û karker e. Serhat Ertak ji bo bi aqûbeta bavê xwe bizanibe di ÎHDê de 5 salan xebat meşandin û hê jî di nava xebatên mafên mirovan de cih digire. Polîs binçavkirina Mehmet Ertak înkar dikin.

Ji ber ku dewlet windakirinê înkar dike, Mehmet Ertak di fermiyetê de hêj jî sax xuya dike. Serhat Ertak behsa vê mijarê jî kir û got ku çaxê ew di ÎHDê de dixebitî, emniyetê gazî wî kiriye. Serhat Ertak diyar kir ku ew bi hêvî û kelecaneke mezin çûye emniyetê û wiha pê de çû: “Min got belkî doza bavê min encam girtibe, lewma ez pir kelecan bûm. Ez çûm emniyetê û polîsan ji min re got, ‘em li ser îstîxbaratekê hîn bûne ku bavê te tev li rêxistinê bûye’. Gazî xwîşka min ya niha li Şirnexê dimîne kirin, gazî mamê min, meta min û hemû endamên malbatê kirin û heman tişt ji wan re jî gotin. Min bertek nîşanî vê yekê da min got ku ji xwe doza Mehmet Ertak diyar e, dewletê jî qebûl kiriye ku tazmînat daye me. Hûn çima malbatê rehet bernadin.”

Serhat Ertak bal kişand ser pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin û anî ziman ku ew weke malbatek êşkêşandî realîst nêzîkî pêvajoyê dibin. 

AW/WAN/BAZÎD EVREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.