Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bajarê Efrînê dagir kirine, ji 18`ê Adara 2018`an de wêrankirina xwezaya Efrînê didomînin.
Dewleta Tirk a dagirker darên zeytûnan ku jêdera sereke ya debara şêniyên resen ên kantonê ne û darên din ên li kantona Efrînê ya dagirkirî dibirre.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê birrîn û hilkirina 7 hezar darên zeytûnan li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şera di Mijdara borî de, belge kir.
Dagirker daran dibirrin û weke êzing difiroşin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 19`ê Mijdara borî jî 350 darên zeytûnan ên gundê Qizil Paşa yê navçeya Bilbilê birrîn.
Li gorî agahiyên nefermî, ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê 280 hezar dar hatin birrîn. Lê ji ber ku kes nikare derbasî nava Efrînê bibe û rewşa li wir bişopîne, dibe ku hejmara qutkirina daran zêdetir be.
ANHA/ŞEHBA