MED-DER xebatên xwe berferehtir dike 

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Tîrmeh 2021 - 03:19

Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, diyar kir ku di şahiyên xwe yên ziman ên li gundan de elaqeyeke mezin dîtine û got, ew ê xebatên xwe berferehtir bikin. 

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 29-30’ê Hezîranê de li Amedê bi dûrişmeya “Dem dema parastina ziman e” komxebetek li dar xistin. Hingê parastina Kurdî weke berpirsyariya gelê Kurd a neteweyî hat terîfkirin. Piştî komxebatê MED-DER’ê li gundên navçeyên Çinar, Bismil, Farqîn û Gêlê yên Amedê ji bo zarokan şahiyên ziman li dar xistin.  

Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, têkildarî van xebatan, got, “Gundên ku em çûnê, ji me xwestin ku em van xebatên xwe dewam bikin. Beşdariyeke baş ji bo xebatan hebû. Li her gundî di navbera 150-200 zarokî tevlî bûn. Êdî divê ne tenê rojek her roj Kurdî hebe û bibe zimanê perwerdeyê. Bi vê xebata me careke din girîngiya perwerdeya bi kurdî derket holê.”

Kan di dewamê de got, “Ne tenê li gundan û Amedê, em ê xebatên xwe li tevahiya herêmê bikin. Em ê hewl bidin xwe bigihînin zarokên gundan hemûyan. Em ê li navenda bajar jî dest bi xebatan bikin. Em kurseke ji bo 4 polan vekin. Pirraniya ciwanan dibêjin, heta çûna dibistanê jî bi Tirkî nizanîbûne. Divê em Kurdî fêrî zarokan bikin. Bi piştgiriya malbatan em ê li her gundî der barê Kurdî de agahdar bikin.”

Kan da zanîn ku di nav 10 rojan de ew ê plansaziya xwe ya salê derxin û pêşkêşî raya giştî bikin: “Em ê polên Kurmancî û Kirmanckî vekin, panelan li dar bixin. Em ê van xebatên xwe bi jinan re bidomînin. Divê malbatên me jî bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û jiyanê bi kurdî saz bikin.”

MA/AMED
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.