ŞEYDA ÎLYAS / ROJNEWS / ŞENGAL

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xalid Qasim derbarê biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê de axivî.

Xalid Qasim got: “Em weke Rêverberiya Xweser ya Şengalê vê biryarê girîng dibînin û piştgiriya wê dikin. Dibe ku hêza çeteyên DAIŞ’ê di sala 2019’an de şikestiye, lê hîna jî weke fikir xwe didomîne. Em gelek bi vê biryarê keyfxweş in ku Rêveberiya Xweser ya Rojava daye. Tenê girtina çeteyan têrê nake, divê lêpirsîn werin vekirin û encamê wê jî bi tevahî cîhanê re were parve kirin. Hêvî dikin di vê demê pêşiya me de hemû dewletên din jî di darizandina çeteyên DAIŞ’ê de bi rola xwe rabin.”

Para Ewrûpayê heye

Xalid di dewama axaftina xwe de bal bire ser bêdengiya dewletên navnetewî û got;“Ji ber para hemû dewletan di hovitiya ku çeteyên DAIŞ’ê li ser xelkê me yê bê suc û guneh kiriye de hene, nekarîne beşdarî vê biryarê bibin û bê deng dimînin. Niha dewletên Ewrûpî her çeteyek DAIŞ’ê li ser sucê wî yê biçûk didarizîne, lê ev nayê wê wateyê ku hesabê kiryarên DAIŞ’ê hemû dipirse. Hukmê ku niha li ser çeteyên xwe didin li ser esasê demekê di zîndanê de bimîne û piştî derket weke ku ne endamekî çeteyên DAIŞ’ê bû li her welatekî de pir rehet dikare tevbigere. Di bin navê mafê mirovan de vê yekê dikin, lê emên ku bi fermanekê re rû bi rû mane ka mafê me? Ka mafê malbatên ewqas şehîdan?”

Iraq û PDK berpirsiyar in

Xalid Qasim diyar kir ku ne Iraq û ne jî Pêşmergeyên PDK’ê Şengal parastin û got;“Ji ber para Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di fermana 74’an de hebû, lewma xwe di ber vê biryara dadgehkirina çeteyan de berpirsyar nabînin. Heta niha tenê hinek dewletan piştgirî daye biryara Rêveberiya Xweser a Rojava, lê em di vê hêviyê de ne dewletên din jî bibin xwedî helwest û her yek ji wan dadgehekê derbarê DAIŞ’ê de veke.”

Meclîsa Ruhanî bêdeng e

Qasim derbarê girîngiya rol û misyona Meclîsa Ruhanî ya di dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê de wiha got;“Di serî de diviyabû Meclîsa Ruhanî piştgiriya xwe nîşan bidaya. Pêwîst bû Meclîsa Ruhanî bi xwe jî cihê xwe di vê dadgehê de bigirtina. Lê mixabin ji ber sedemên siyasî nikarin tiştê ku tê xwestin bikin û heta nikarin nêrîn bidin. Rola herî sereke di hesab pirsînê de dikeve ser milê Meclîsa Ruhanî, heta dikarîbû bi cesareteke mezin bibe xwedî biryar derbarê DAIŞ’iyan de.