Meclîsa Îştar konferans lidar xist

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 20 Mijdar 2023 - 00:07

Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê di bin dirûşmeya 'Bi jin a azad re ber bi paşerojeke azad ve bimeşe' konferansa xwe ya 13'emîn lidar xist. Konferans bi beşdariya 300 delegeyî pêk hat. Konferans li Mala Gel bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Pakistan Bîlen axaftina destpêkê kir.

Pakistan Bîlen di destpêka axaftinên xwe de 13’emîn Konferansa Meclîsa Îştar li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Rewşa ku niha tê jiyankirin bi taybet jî rewşa Rêbertî ji bo ku em bikarin ji xwe re wek rojevek esasî bigrin, xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî xwe perwerde kirin, rêxistinkirin û wek jin xwe gihandina asta herî jor a zanabûnê ji me re pir girîng e.”

Konferansê sê rojan dewam kir. 81 endamên nû yên Meclîsa Îştar ku hatin hilbijartin biryardariya xwe nîşandan. Axaftina dawî jî ji aliyê aliyê Endama Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan ve hat kirin:“Em di wê hêviyê de ne ku ev konferans bibe konferansa ku em Rêbertiya xwe fîzîkî di nav xwe de bibînin û tecrîda girankirî were şikandin. Ev hêviya me hemu dayîkan e.” Piştî axaftina dawî encamnameya konferansê ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xantûr Kara ve hat xwendin. Biryarên ku di encamnameya konferansê de hatine diyarkirin wiha ne:

* Hemu xebatên werin meşandin li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber APO were meşandin.

* Di asta wargehê de armanca sereke ya Meclîsa Îştar wê rêxistinkirina jinan be.

* Her wiha ji bo giştî jinên wargehê û giştî civak di guhertina zihnî re were derbazkirin pêşxistina perwerdeyên bîrdozî.

* Bê guman di aliyê parastina civakê de hemu hemwelatiyên civakê berpirsyarin, lê taybetî wekî Meclîsa Îştar xurtkirina xebatên parastinê werin xurtkirin.

* Li ser esasê paradîgmaya Rêber APO xwe rêxistinkirin û bi xwe re jî giştî civakê rêxistinkirin wê xebatek sereke be.

* Bi zanista Jineolojî û şîara ‘Jin Jiyan Azadî’ wê di her dem û cihî de têbikoşin.”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.