Meclîsa Colemergê: Em qeyûm nasnakin

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 00:15

Endamê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan qeyûm weke pergala talan û diziyê pênase kir û got, “Em vîna gelê Colemêrgê ne û li vir in.” Hevşaredar Viyan Tekçe jî li dijî qeyûm banga hevgirtinê kir. 

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de hate destgîrkirin û Wezareta Karên Navxwe ya Tirk li şûna wî qeyûm danî. Akiş ji dosyayeke 10 sal berê hat darizandin û dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê lê birî. Bi biryara tayînkirina qeyûm re li Colemêrgê û seranserî bajarên Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan dest pê kirin. Xelkê bajar qeyûm red kir û nerazîbûna wan hêj didome. Li dijî danîna qeyûm ku biryareke derqanûnî ye, endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê jî civiyan û Hevşaredar Viyan Tekçe weke serokwekîla şaredariyê hilbijart.  

Hevşaredara Colemêrgê û Serokwekîla Şaredar Viyan Tekçe û endamê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan têkildarî danîna qeyûm axivîn.

Em qeyûm nasnakin 

Hevşaredar Viyan Tekçe diyar kir ku  endamên Meclisa Şaredariyê bi çarçoveya destûra bingehîn de li hev civiyane û serokwekîl hilbijartine. Tekçe, anî ziman Meclîsa Şaredariyê wê xebatên xwe bi awayekî çalak bidomîne û wiha got: “Em qeyûm nas nakin. Şaredarî tenê avahiyek e. Ya esasî xizmet e. Heta hilbijartineke din em ê bi qasî ji dest tê xizmeta gelê xwe bikin. Em ê li gel guhdarî bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Em xwe ji qadan paş ve nakêşin û em ê weke her carê li cem gelê xwe bin.”

Em ê xebatên xwe bidomînin 

Bi domdarî Tekçe destnîşan kir ku ew ê bi hevkariya şaredariyên DEM Partiyî xizmetên xwe bidomînin. Di berdewamê de Tekçe diyar kir ku wê ji bo jin û ciwanan organîzasyonên çand û hunerî li dar bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em di nava van 5 salan de dest ji çalakî û xebatên xwe bernedin û divê em li qadan çalak bin. Heke em vê serdemê jî bêdeng bimînin wê ev feraseta qeyûm bidome. Divê em bi disiplîn bixebitin û çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li hemû gelan dikin ku li cem me cih bigirin û tev li xebatan bibin. Em destên hev çiqas xurt bigirin em ê li dijî polîtîkayên qeyûm ewqas bihêztir bin.” 

Kar û xebat ne avahiya şaredariyê ye

Endamê Meclisa Şaredariyê Şaban Alkan jî got ku ji bo wan kar û xebat ne girêdayî avahiya şaredariyê ye. Alkan, anî ziman ku ew ji bo 5 salan xizmeta gel bikin hatine hilbijartin û mazbataya xwe ji gel girtine. Alkan, destnîşan kir ku ew ê kar û xebatên xwe bimeşînin û wiha pê de çû: “Me serokwekîla şaredariyê li gorî qanûnan hilbijart. Em jî endamên meclîsa şaredariyê ne û em ê xizmeta gelê xwe bikin. Em ê gelek xebatên çandî, civakî, ekolojîk hwd. bikin û dê xwe ji çi xizmetan nedin paş.”

Qeyûm talan, dizî û dîktatorî ye

Alkan, diyar kir ku ew qeyûm nas nakin û qeyûm weke pergala xerabkirin, talan, dizî, xespkirina vîna gel û dîktatoriyê pênase kir. Alkan, axaftina xwe wiha qedand: “Şaredarî saziyeke gel e, ne girêdayî walî ye. Ev 22 sal in desthilatê nekarî şaredariya me bi rêya demokrasiyê bi dest bixe. Niha bi rêya qeyûm desteser dike. Lewma em qeyûm nas nakin û vîna gel esas digirin. Vîna gel jî em in û em li vir in. Em ê tekoşîna xwe bidomînin. Em naxwazin çavkaniyên Colemêrgê ji bo endamên AKP’ê û mitehitên AKP’î bên xerckirin.” 

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.