Me zarokên herî bedew defin kir

Duşem 26 Gulan 2025 - 03:35

Jinên ku zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya Kurd de winda kirine û xizmên wan ên girtî hene, bang kirin ku dewlet gav biavêje. Xwişka girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) ê di 18'ê Tebaxa 2022'an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê jiyana xwe ji dest da Îslîm Yilmaz (82) wiha axivî:"Em aştiyê dixwazin. Divê êdî dayikên leşker û gerîlayan negirîn. Em dixwazin Serokê me (Abdullah Ocalan) ji girtîgehê bê berdan. Me gelek êş dît. Dilê dayikan nikare mirina zarokên xwe hilgire. Divê tu kes li zindanê jiyana xwe ji dest nede.’’ Xwişka Bazo Yilmaz Kamîle Şen (65) wiha got:"Em naxwazin kes bêhna xwe ya dawî bi kelepçeyê li ser sedyeyê bistîne. Bila aştî û azadî were. Bila kes di zindanê de nemîne. Divê dewlet jî aştiyê bixwaze. Ji girtîgehê tabûtek ji me re hat, bila tu malbat ji girtîgehê tabûtê nestîne. Divê girtiyên nexweş di zûtirîn demê de werin berdan." Adile Sarıkaya (70) a ku kurê wê Farûk Sarikaya yê 9 sal berê li Kobanê di têkoşîna li dijî DAŞ'ê de şehîd bû wiha got:"Kurê min li Kobanê jiyana xwe ji dest da, lê nehiştin cenazeyê wî bînin û li wir hat veşartin. Dewlet ji bo ku dayik negirîn divê gavan bavêje. Divê dewlet hewl nede ku me bixapîne. Divê dayikên leşkeran jî bên û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê." Emîne Yaşar (65) ku li girtîgehan gelek xizmên wê hene wiha got:"Rêberê me gav avêt, niha dora gavavêtinê ya dewletê ye. PKK'ê kongreyek li dar xist, çalakiyên xwe rawestand, lê Tirkiye bi balafirên şer êrîşê didomîne. Divê girtiyan serbest berdin. Eger gav neyê avêtin, ti tişt naguhere." Dayika Aştiyê Cemîle Ocalan (95), ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de zarokên wê Faysal, Fîkret, Faîk, Ferîdûn, Zûbeyde û Belgîn ên di demên cuda de şehîd bûne got:"Dema aştiyê li vê xakê hat û çû. Her kes dikare mîna bira bijî. Me jiyanek ji bo vê mexsedê terxan kir. Zarokên min Faysal, Fîkret, Faîk, Ferîdûn, Zûbeyde û Belgîn di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Eger aştî were wê êşa wan sivik bibe. Beriya ku bimirim rojekê jî dixwazim aştiyê bibînim. Divê dewlet gavên rast bavêje. Divê dewlet dest ji ferzkirina zextan berde. Me zarokên xwe yên bedew bi hêviya dîtina rojeke bedew defin kirin."

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.