- Şanoya Kurdî ji roja hatiye avakirin ve rexmî astengiyan jî li ber xwe dide û bi pêş dikeve.
Şanoya Kurdî ji roja hatiye avakirin ve rexmî astengiyan jî li ber xwe dide û bi pêş dikeve.
Şanoger Kemal Ûlûsoy, di “Roja Şanoyê ya Cîhanê” de got, "Derfet nebûn jî me tekiliya xwe û gel qut nekir. Bi piştgiriya gel me cihek ava kir. Niha em dibînin ku xwedîderketina gel li gorî berê hestiyartir, germtir û xurttir e.
Kemal Ûlûsoy îşaret bi girîngiya ziman a di huner de kir û derbarê şanoya Kurdî de got, "Pirsgireka herî mezin ew e ku meriv hunerê xwe bi zimanê xwe neke. Ji aliyê ziman ve huner li ser civakê bandorekê çedike û erênî ye jî. Ji ber wê jî bi şanoya Kurdî, girse zêdekirin û avakirina hişmendiya ziman, bi serê xwe siyaset e."
Ûlûsoy, bal bire ser bandora nerênî ya qeyûman û got: "Hin şanoyên me di bin banê şaredarîyê de pêk dihatin, di hêla fermiyetê de ev gîrîng bû. Di pêvajoya qeyûman de şano ji destê me hat girtin. Ji bo şanoyê bi qasî lîstîkvanî û aktoran, pêdivî bi cih û temaşevanan jî heye. Bê temaşevan şano bê şano jî temaşevan nabe. Ji ber wê jî derfetên herî mezin ji destê me hatin girtin."
Di dewamê de Ûlûsoy got, tevî astengiya û nebûna derfetan jî wan xwe gihandi gel û wiha direjî da axaftina xwe: "Me bi ked û derfeta xwe li Amedê cihekî şanoyê ava kir. Bi vî avayî me xwe dîsa gihand gel. Tevî ku derfet nebûn jî me tekiliya xwe û gel qut nekir. Bi keda hevalan û piştgiriya gel, me cihek ava kir. Niha em dibînin ku xwedîderketina gel li gorî berê hestiyartir, germtir û xurttir e. Berê cihê şanoyê mezin bû, derfet jî pirr bûn, lê niha cihê me piçûk e derfeten me jî kêm in. Lê dîsa jî gel bêhtir li şanoyê xwedî derdikeve û her diçe temaşevan zêde dibin. Tevî nebûna derfetan, ne gel bê şano ne jî em bê temaşevan man."
MA/AMED