Me soz daye gelê xwe
În 6 Kanûn 2024 - 02:10
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan têkildarî biryara Dadgeha Bilind û pêvajoya piştre de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Zeydan, diyar kir ku biryar beriya teblîxî wan were kirin ji hêla medyaya alîgir ve hatiye weşandin û ev yek derhiqûqî ye û got:“Bi destê hiqûqê kompas çêkirin û hewl dan mafê bijartin û hilbijartinê yê gel xesp bikin. Dema dixwestin mazbatayê xesp bikin, gel xwedî li îradeya xwe derket û berxwedaneke birûmet raber kir. Daxwaza me ew e ku hikûmet û daraz dev ji van hewldanên nehiqûqî berde û rêzê ji vîna gel re bigire.”
Xefika li ber xelkê ye
Bi domdarî Zeydan anî ziman ku li şûna rêzê ji hiqûqê re bigirin, îktîdar serî li rêbazên cuda dide û got:“Hêj jî hewl didin bi xefikan îradeya xelkê Wanê xesp bikin. Dixwazin mazbatayê bidin hin kesên din. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Heke îdiaya wan ew be ku li gorî hiqûq û edaletê biryarê didin, wê demê bila li biryara 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind a têkildarî îadekirina mafên memnu binêrin. Di wan biryaran de dibêje ku her çend biryara îadekirina mafên memnu ji holê hatibe rakirin jî nabe ku ev yek li dijî bersûc bê bikaranîn. Ji ber ku xemsariyeke ji ber bersûc qewimî nîne, ji ber dadgehê dewletê qewimî ye. Em ê heta dawiyê vîna gelê Wanê biparêzin û vê bêhiqûqtiyê qebûl nekin. Em ê nehêlin mazbataya gelê Wanê bidin hin kesên din. Tevî gel em ê heta dawiyê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin.”
Ti xêra vê rejîmê tine ye
Hevşaredar Neslîhan Şedal jî got:“Dema mijara behsa xeberê bû mafê bijartin û hilbijartinê yê kurdan, êrişên cuda tên kirin. Me jî ji medyaya alîgir mesele bihîst. Ev yek nîşan dide bê ka biryar çawa hatiye dayin. AKP qels dibe û mînaka vê ya herî şênber jî tayînkirina qeyûman e. Li Wanê tu şaredarî bi dest nexist. Lê AKP’ê du roj beriya hilbijartinê çav berda Wanê û xwest xesp bike. Lê gel bi nerazîbûna xwe ya demokratîk rê neda. Tu xêra vê rejîmê ji bo kesekî nîne. AKP a ku bi hestên olî yên gel dilîze û heta vê rojê hat, niha bêwijdanî û bêexlaqiya herî mezin dike. Di şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlihê de me ev dît. Derbe li jiyana gel, bawerî û derdorên cuda dike. Sepana qeyûm, derbeyeke li dijî pêkvejiyanê ye. Me soz daye gelê xwe û dê xwedî li maf û keda wan derkevin. Dê wisa bi hêsanî nekarin îradeya gel xesp bikin, destên xwe bihêjînin û li wan kursiyan rûnin. Em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”
MA/ADNAN BÎLEN-RÛKEN POLAT