Me peyama gelê xwe girt

Sêşem 16 Gulan 2023 - 00:52

  • Partiya Çep a Kesk: Me peyama hilbijêran wergirt û di pêvajoya rexne û xwerexnekirinê de em ê binirxînin û çi pêwîst be em ê bikin. Li ser kêmasiyên xwe, em ê bi gelê xwe re nîqaşan bikin û gavên pêwîst biavêjin. 

Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Berdevkên Partiya Çep a Kesk derbarê encamên hilbijartinên 14'ê Gulanê de gotin: "Sedema ku hilbijartina Serokkomariyê derbasî tûra duyemîn hat kirin, helwêsta alîgiriya demokrasî, edalet û fedakariya  hilbijêrên HDP'ê û çepgiran e.” Ew li kêmasiyên xwe jî mikur hatin û wan got, ew ê tevî gel dest bi pêvajoya rexne û xwerexnekirinê bikin. Wan îşaret bi tûra duyem a hilbijartina duyem jî kir û got, ew ê bi kelacan û hêvî li dijî rejîma yek zilamî xebata xwe bimeşînin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin têkildarî encamên hilbijartina 14’ê Gulanê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê her du partiyan, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk, Çîgdem Kiliçgun Uçar daxuyanî da.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar lê mikur hat ku encam ji bo wan, îşaret bi kîmbûna dengan û rêjeya dengan dike û beramberî vê ew ê pêvajoya xwerexnekirinê bi gelê xwe re bi din destpêkirin. Wê pêşî malavahiya dilxwaz, dilsoz û xebatkarên tifaqa xwe kir û got, “Em serê pêşî, malavahiya her hevrêyê Partiya Çep a Kesk û HDP’ê, ya/yê ku di xebatên hilbijartinê de cih girtine, ji bo îdealên xwe gelek xebitîn û bi canê xwe sindoqên hilbijartinê parastine, dikin. Em dixwazin diyar bikin ku di van hilbijartinan de me nekarî armancên xwe pêk bînin. Eşkere ye ku encamên hilbijartinê ji bo me ne serketinek in. Xebatên partiya me ji roja destpêkê ya hilbijartinê heta niha her roj bi hincetên siyasî rastî binçavkirin û girtinan tên, bi hewldanên lîncê hewl didin bê rawestandin. Ji roja ku Tirkiye ketiye nava hewaya hilbijartinê ve bi Doza Komploya Kobanê û dosyaya girtinê re hewl tê dayîn siyaseta me ji hevkêşeyê bê derxistin. Pêvajoya ku bi komplo û dosyayên girtina Kobanê dest pê kir, veguherî hewayeke zextê ya li hemberî hilbijartinan. Doza girtinê rê li ber pêşbirka hilbijartinê ya wekhev û adil li Tirkiyê, mîna Şûrê Damokles, girt.”

 

Bandora hîle û zextan jî heye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar îşaret bid ewra zextan û komployên rejîma AKP-MHP´ê jî kir û got, “Di pêvajoya hilbijartinê de her roj bi sedan hevalên me hatin binçavkirin û girtin bi operasyoneke nû ya siyasî re şert û mercên ku tê xwestin mafê herî bingehîn jî, mafê siyaseta demokratîk bê îmhakirin. Li gelek deveran bi hedef nîşandana hikûmetê êrişên nîjadperest li dijî xebatên partiya me hatin kirin. Di dema hilbijartinê de her cure çavkanî û hêza giştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Di derketina van encaman de bandora hîle û komployan diyarker bû.

Hîle û komploya herî mezin, astengkirina HDP’ê ye. Ji bo ku em gelê xwe li hemberî vê hîle û komployê bê çare nehêlin, diviyabû em di demeke kin de bi Partiya Çep a Kesk re xebatên xwe bimeşînin. Helbet di demeke kin de ji bo hilbijartinan di amadekirin û danasîna Partiya Çep a Kesk de zehmetiyên me hebûn. Her wiha dezawantajên rêxistinkirina tifaqeke nû ku pirsgirêkên ku ji ber pêknehatina pêşniyaza yek lîste û yek partiyê, jî bandor li hilbijartinê kir.”

 

Îşaret bi tûra duyem kir 

Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji ber encamên xirab, da zanîn ku ew ê pêvajoya rexne û xwerexnekirinê bidin destpêkirin: “Em bi berpirsyariya xwe dizanin, me peyama hilbijêran wergirt û di pêvajoya rexne û xwerexnekirinê de em ê binirxînin û çi pêwîst be em ê bikin. Li ser kêmasiyên xwe, em ê bi gelê xwe re nîqaşan bikin û gavên pêwîst biavêjin. Bila dilê gelê me û bi milyonan kesên ku dengê xwe dane Partiya Çep a Kesk rehet be. Li gorî daneyên berdest em ê rol, mîsyon û berpirsyariya dîrokî ya gelê me da me, di tûra duyemîn de bi cih bînin. Em ê bêyî ku ji hêvî û kelecana xwe rawestin xebatên xwe bidomînin.”

 

Demokrasî ne li sindoqan tenê ye  

Çîgdem Kiliçgun Ûçar herîd awî got, ew ê bi rêxistinkirina civakê li her warî, demokrasiyê xurt bikin: “Rêûresmeke me heye ku têkoşîna demokrasiyê bi sindoqan sînordar nake, jiyanê birêxistin dike û civakê birêxistin dike. Em bang li gelê xwe dikin: Bi saya serê helwêsta fedakar a hilbijêrên HDP û Partiya Çep a Kesk ên alîgirê demokrasî û edaletê, hilbijartina serokomariyê ma tûra duyemîn. Em girîng dibînin ku di hilbijartina parlamenê de tevî şertên zehmet jî em wek partiya sêyemîn a parlamentoyê cihê xwe biparêzin.

Em ê destnîşan bikin ku siyaseta demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêkan bingeh û dînamîk e. Ji ber vê yekê, bila kes reşbîn nebe. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya Komara Demokratîk bernedin. Ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî û bidawîkirina rejîma yek zilamî em ê têkoşîna xwe bi awayê herî xurt bidomînin." 

 

Rayên me kêm bûn em ê xwe rexne bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar piştî daxuyaniya hevpar, bersiv da pirsên rojnamevanan. Sancar got, “Li gelek cihan dengên me kêm bûne. Helbet ji bo hilbijartinê lêgerîna formulekê pêwîst bû û me got, lîsteya tenê formûla guncaw e. Bi vê re me her tim tifaq jî girîng dît. Di tifaqan de her tim rîskên wiha dibe ku hebin. Beşek van rîskan di hilbijartinê de me dît. Em ê van encaman bi desteyên xwe û hevparên tifaqa xwe re parve bikin.

Li bajarên Tirkiyeyê kêmkirina rayan bêhtir darîçav e. Ji bo nirxandineke berfireh divê em hemû encaman deynin ber xwe. Biserneketinek heye. Divê em bi rêjeyan, sedemên wê nîqaş bikin. Helbet kêmasiyên me di hin waran de derketin holê, em ê vê di pêvajoya rexne û xwerexnekirinê de binirxînin." 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.