• Bota 100 koçber tê de li nêzî Girava Halkî ya Yewnanistanê noqî deryayê bû. Yek ji kesa di botê de Şadiye Aslan got; “Me mirin bi çavê xwe dît. Bavek û kurê xwe wenda ne.”

ERDOGAN ZAMUR

Li nêzî Girava Halkî ya Yewnanistanê boteke 100 koçber tê de, noqî deryayê bû. Bavek û kurê xwe yên ji Nisêbînê wenda ne. Şadiye Aslan a di botê de got: “Me mirin bi çavê xwe dît.”
Bota qala wê tê kirin, 24ʼê Tebaxê ji Tirkiyeyê ji navçeya Marmarîs a Mûglayê xwe berra nava ava deryayê da. Ji hejmara rake, gelekî zêdetir koçber lê hatibûn siwarkirin. Di botê de ji çar beşên Kurdistanê bi qasî 40 kesî û wekî din ji Efxanistanê, Sûrî û Somalî hebûn.
Ewlekariya Yewnan a Peravan da zanîn ku bot li rojavayê Girava Rodos li nêzî Girava Halkiyê noqî avê bûye û 92 kes hatine rizgarkirin û wan koçber li Rodosê bi cih kirine. Dewleta Yewnan bi xwe der barê hejmar û nasnameya koçberan de hê agahî nedaye. Lê em bi Şadiye Aslan a di botê de axivîn. Endama berê yê Meclîsa Qoserê Aslan, piştî qeyûm hatibû girtin û piştî hat berdan, beriya bi çendekê 6 sal û 8 meh ceza lê birrîne.

Bav û kurek wenda ne

Me bi telefonê têkilî bi Şadiye Aslan re danî û da zanîn ku bota lê siwar bûne, gelek mirov lê hatine barkirin û ji wan re hatiye gotin, bot dikare 300 kesî jî rake. Aslan ev agahî dan: “Li Marmarîsê bi şev em birin daristanekê. Em ji wir 2 saetan meşiyan û daketin peravê behrê. Li wir botek hebû û gotin, tenê 60 kes dikarin lê siwar bibin. Lê hejmara penaberan zêde bû. Me nerazîbûna xwe diyar kir û ji me re gotin, 300 kes jî dikare lê siwar bibin. Em siwar bûn û hinekî bi nava behrê de çûn me dît bot kun e. Me tim av vala kir û em wisa çûn. Paşê em noqî avê bûn. Li dora me keştiyên barhilgir ên Çînê û welatên din hebûn, lê kesî alîkariya me nekir. Tevî hewar hewara me, mîna li film temaşe bikin li me temaşe dikirin. Berî bi rêketinê telefonên me berhevkiribûn, lê kengî em noq bûn telefon dan me. Bazirganê mirovan tevî xizmên xwe li boteke din siwar bû û çû. Min telefonî xizmeke xwe ya li Elmanyayê kir û paşê Ewlekariya Peravan a Yewnan hat. Zilamekî bi navê Yunus û kurê wî Hesen ên ji Nisêbînê wenda ne.”

Tirkan rizgarkirin asteng kir

Li gorî agahiyên di çapemeniya Yewnan de dewleta Tirk hewl daye xebatên wan ên rizgarkirinê asteng bike. Li gorî vê, dewleta Tirk bi lazerê helîkoptera beşdarî xebata rizgarkirinê bûye aciz kiriye. Dîsa keştiyeke artêşa Tirk hewl daye xwe li keştiye Yewnan a di nava karê rizgariyê de biqelibîne.