• ’’Bi saya Rêber Apo me hîn çêtir Êzîdîbûna xwe îfade kir, nas kir. Ez jineke Êzîdî bûm, lê bi saya Rêber Apo min rastiya Êzîdîbûnê dît. Piştî ku min fikrên tevgerê û Rêber Apo nas kir li Eşrefiyê min 70 malbatên Êzîdî da naskirin.’’

BÊRÎTAN SARYA  / ANF/HELEB 

Gulê Cafer jineke Êzîdî ya ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye. Tevî hevserê xwe Sileyman Cafer sala 1988’an tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û dest bi karên gel kir. Li taxa Eşrefiye ya Helebê yek ji sê jinên destpêkê bû ku karên Tevgera Azadiyê ya Kurd dimeşand.

Gulê Cafer di salên 1989, 1990 û 1991’ê de 3 caran çû hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan. 34 sal in karên Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê dimeşîne.

Di nava 34 salan de weke jineke Kurd a welatparêz cihê xwe di nava PYD, TEV-DEM, ji Yekîtiya Star heta Kongreya Star cihê xwe di nava hemû sazî û tevgerên jinan de girt.

’Du gerîla hatin mala me’

Gulê Cafer ku Hevseroka Şaxê Şehba ya TEV-DEM’ê ye qala vê serpêhatiya xwe ya têkoşînê kir. Gulê Cafer anî ziman ku di sala 1988’an de wan ji dûr ve fikrê Tevgera Azadiyê ya Kurd bihîstibû û got, “Min bihîstibû ku li Bakur tevgerekê dest pê kiriye û ji bo rizgariya Kurdistanê têdikoşe. Di aqlê min de bû. Hevserê min (Bavê Cemîl) jî mîna min bû. Me dixwest ku tevgerê bêhtir nas bikin û pê re bixebitin.

Du gerîla hatin mala me. Herdu jî ji Kobanê bûn; Saadet û Elî. Dema ku asta me ya xwendinê hîn bûn hingî kovara Dengê Kurdistanê dan me.

Hevala Saadet got, ‘Tu jineke Êzîdî ye, di kovarê de qala jiyan û berxwedana hevala Bêrîvan tê kirin. Tu îşev bixwîne, sibe zû ez ê dîsa bêm’. Wê şevê min kovar xwend, qedand. Ez fikirîm, ‘Ez miroveke welatparêz im û pêwîstiya min bi vî fikrî heye’. Piştre min yekser ji bo tevgerê dest bi kar kir.”

’Axaftina wî gelekî bandor li me kir’

Gulê Cafer salekê piştî ku dest bi kar kir, sala 1989’an ji bo pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê tevî bi hezaran Rojavayiyan çû Geliyê Bekaa yê li Lubnanê û yekemcar Rêber Abdullah Ocalan dît. Gulê Cafer got, “Her kes bi coş bû, ji bo dîtina Rêber Apo herikîbûn Lubnanê. Tevî ku derfetên hevalan kêm jî bû bi hezaran kes pêşwazî kirin û bi cih kirin. Rêber Apo saet di 10’an de hat û derdora 3-4 saetan ji me re axivî. Ne rûnişt, ne bêhn veda, ne jî navber da. Qala Kurdistanê û welatparêziya Kurd kir. Axaftina wî gelekî bandor li me kir.”

’Her kesî dixwest Rêber Apo bibîne’

Gulê Cafer piştî salekê di sala 1990’î de bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê careke din çûye Bekaayê.  Gulê wiha behsa vê rojê dike, “Coşa vê carê ji ya salek berê zêdetir bû. Hevalan li Geliyê Bekaayê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê lidar xistin û piştre ji me hemûyan xwestin ku li Sûriyeyê vegerin. Hejmara mirovên tevlî pîrozbahiyê bûn ji ya dihate hêvîkirin gelekî zêdetir bû. Gel nexwest vegere. Her kesî got, ‘Bêyî dîtina Rêber Apo em ê venegerin’. Dibû êvar. Eger ewqas mirov bibira kampê hingî pêwîstî bi xwarin, vexwarin û cihê razanê hebû. Derfetên hevalan gelekî kêm bû, lê gel jî bi israr venegeriya. Lewma jî birin kampê. Heval ji bo xwarinê ji ewqas mirovî re çêbikin ketin alarmê. Gel jî dibû alîkar lê belê ji bo razanê cih tune bû. Hevalan konê xwe dan jinên nexweş, zarok û extiyaran. Kes wê şevê raneza. Li binê konan û derve her kesî dixwest Rêber Apo bibîne. Serê sibehê saet di 09:00 de Rêber Apo hat. Çar saetan axivî. Li ser têkoşînê, pêşketinan axivî. Bi kêf û xweşiya dîtin û guhdarîkirina li Rêbertî em vegeriyan Sûriyeyê.”

’Em ji xwe bawer û piştrast bin’

Gulê Cafer destnîşan kir ku hevdîtina sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê carê cuda bû û got, “Sala me ya nû û karê me jinan pîroz kir. Got ku ev karên hêja ne. Rêber Apo ji me pirsî ku çawa tevlî kar bûne, kar çawa dimeşe. Piştî ku me bersiv da ji me pirsî ku tevlî çend perwerdeyan bûne. Gava ku me jê re got ku me xwe perwerde kiriye, hingî li şehîd Welat nihêrî. Şehîd Welat tişta ku Rêbertî dixwest bêje yekser fêhm kir û got, ‘Serokê min me plansaziya xwe çêkir, em ê dest bi perwerdeyê bikin’. Rêbertî li ser rewşa gel û karên me axivî.

Nirxandinên wî hêz da me ku em ji xwe bawer û piştrast bin.”

’Li Eşrefiyê min 70 malbatên Êzîdî da naskirin’

Gulê Cafer diyar kir bi fikrên Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd, Kurditî û Êzîdîtiya xwe çêtir nas kiriye û got, “Dema ku min fikrên Rêber Apo dixwend, didît ku xwedî li Êzîdiyan derdikeve. Bal dikişand ser dîroka Kurdên Êzîdî û lê xwedî derdiket. Vê yekê dilsoziya me zêdetir dikir. Ji bilî Rêber Apo min nedît ku ti lîderekî Kurd qala Êzîdiyan kiriye. Vê yekê dikir ku em hîn bêhtir bi Rêber Apo û tevgerê re bêne girêdan. Rêber Apo dîroka me ji me bêhtir zanî bû û xwedî li dîroka tevahiya Kurdan derdiket. Bi vî rengî bû. Di parêznameyên xwe de jî qala Êzîdiyan dike. Bi saya Rêber Apo me hîn çêtir Êzîdîbûna xwe îfade kir, nas kir. Ez jineke Êzîdî bûm, lê bi saya Rêber Apo min rastiya Êzîdîbûnê dît. Piştî ku min fikrên tevgerê û Rêber Apo nas kir li Eşrefiyê min 70 malbatên Êzîdî da naskirin. Bûn dostê tevgerê. Bi saya fikrên Rêber Apo min xwe, gelê xwe, dîrok û ola xwe nas kir. Piştî ku min Rêber Apo xwend weke ku ji nû ve ji dayik bûme min hîs kir. Mîna ku berê winda bûbûm û min xwe jinûve dît.”