- HPG’ê 2 gerîlayên şehîd, Derîn Newal Zerdeşt û Mazlûm Serhad bi bîr anîn û got, “Em soza xwe dubare dikin ku erk û berpirsyariyên şehîdên me radestî me kirine bi rengekî serketî bi cih bînin.”
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd, Derîn Newal Zerdeşt û Mazlûm Serhad bi bîr anîn û got, “Em soza xwe dubare dikin ku erk û berpirsyariyên şehîdên me radestî me kirine bi rengekî serketî bi cih bînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Gelê me li dijî ‘Plana Têkbirinê’, li her qadê xwedî li îradeya xwe derket, li ber xwe da û hêzên me yên gerîla jî derbên herî giran ên dîrokî li dagirkeran dan. Ji hevrêyên me yên ku pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kirin hevrêyên me Derîn û Mazlûm di nava vî şerê giran de dema ku bi erka xwe radibûn, şehîd bûn.”
HPG’ê ji bo şehîd Derîn Newal Zerdeşt got, “Hevrêya me Derîn bi çanda berxwedanê ya Amedê mezin bû û kesayetiya xwe ji nava vê çandê afirand, ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker re kir. Di nava lêgerînên xwe de wê biryar da ku tevlî nava refên PKK’ê bibe û jiyaneke azad wê li nava PKK’ê de pêk were. Li ser vî bingehî wê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Li gelek deverên mîna Qendîl, Komalên Ciwan, Saziya Ziman û Garê kar kir. Piştî demekê bû milîtaneke jin a şareza. Li dijî êrişên qirkirinê yên dijmin, tevlî gelek pêngavên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû û wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih anîn.”
Ji leşkeriyê ber bi nava refên gerîla ve
HPG’ê ji bo şehîd Mazlûm Serhad jî got, “Hevrê Mazlûm ê ku li Kaxizmana Qersê ji dayik bûye, di salên 90’î de ji ber zextên ekonomîk û civakî yên ku dewleta faşîst a dagirker li ser gelê me, neçar koçî metrepolên Tirkiyeyê kiriye. Sala 2014’an ji leşkeriyê firar kiriye û tevlî nav refên gerîlayan bûye.
Hevrê Mazlûm xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de bi pêş xist. Hevrê Mazlûm peywirên xwe serketî bi cih anîn û sala 2015’an berê xwe da Bakur û li vir hewl da ji pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrê Mazlûm bi kesayetiya xwe ya mutewazî û bi fedakariya xwe ya di nav xebatên şoreşê de bûye milîtanekî mînak û ew ê her dem di têkoşîna me de bijî.”
HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soz da ku wezîfeyên xwe bibe serî.
HPG’ê agahoyên li ser şehîdan wiha eşkere kirin:
- Derîn Newal Zerdeşt (Yadîgar Demîr) a li Amedê ji dayik bûye, keça Hîdayet û Arîf, 6’ê Tebaxa 2015’an li Colemêrgê şehîd bû.
- Mazlûm Serhad (Mazlûm Dogan Kizil) ê li Qersê ji dayik bûye, kurê Aysel û Nesîm, 16’ê Cotmeha 2015’an li Wanê şehîd bû.
BEHDÎNAN