Mazlum Dora grev bi dawî kir

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 16:25

Piştî banga KCDK-E’yê ya ji bo ku Mazlum Dora greva xwe ya birçîbûnê ya bêdem û bêdor bi dawî bike, Mazlum Dora greva xwe di roja 50´î de bi dawî kir.

Hunermend û girtiyê siyasî li Elmanyayê, Mazlûm Dora li hepsa Stammheim a li Stuttgartê, 20´ê Îlona bihurî ji bo protestokirina miameleyên xirab û kêfî yên rêveberiya hepsê û zilma li dijî Kurdan bi rêya xala qanûna ceza ya Elman 129b´yê ketibû greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor. Li ser banga KCKD-E´yê, Dora di roja 50´î ya çalakiya xwe de greva xwe ya birçbûnê bi dawî kir.

Mazlûm Dora, bi rêya kesekî doh çû wî bibîne, got, “Li ser banga KCDK-E´yê ez dawiyê li çalakiya xwe tînim. Ez bang li tevahiya xelkê me dikim da ku xwedî li girtiyên siyasî derkevin. Ez ê weke berê xebatên xwe yên li ser ziman, çand û hunerê Kurdî dewam bikim, têkoşîna xwe wiha bikim. Daxwazên xwe yên ku min bi greva birçîbûnê anîn rojevê, ez ê di asta hiqûqî de jî bînim rojevê.”

Mazlûm Dora wekî din malavahiya her kesî kir ku di vê pêvajoya greva birçîbûnê de destek da wî.

Mazlûm Dora dest bi gereva birçîbûnê kiribû ji bo protestokirina, bi xala qanûna ceza ya Elman 129b´yê krîmînalîzekirina xebatên siyasî û çandî yên Kurdan, kirinên rûmetşikên ên li wî, dadgehkirinên xwe disipêrin 129b´yê, serdegirtinên li dijî saziyên Kurdan, miameleya xirab û kêfî ya li dijî girtiyên siyasî yên Kurd.

KCDK-E´yê gotibû, “Greva Birçîbûnê ya Mazlûm Dora a li zindana Elmanyayê gihîşt armanca xwe” û ji Mazlum Dora xwestibû grevê bi dawî bike.

STUTTGART

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.