Hiqûqa Tirk ji bo ku ceza li siyasetmedarê Kurd  Ufuk Demîr bibire û bixe girtîgehê kete nav hesabê tenik ê matematîkê; sal li mehan dabeş kir.

Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Îdirê di doza ku bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" 3 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarê Kurd Ufuk Demîr birî û ev ceza weke salek û 24 meh ragihand.

Demîr anî ziman ku berê jî ji ber eynî sûcdariyê li girtîgehên Bartîn û Patnosê mabû, lê cezayê ku diviya bihata taloqkirin dîsa lê birîn.

Dadgehê sal dabeşî mehan kir ku bi vî awayekî hişt ku Demîr cezayê xwe li girtîgehê biqedîne.

Ufuk Demîr bertek nîşanî helwesta dadgehê da û wiha got; "Ez di sala 2018'an de ji ber vê dozê hatim girtin. Ez li girtîgeha Patnosê û Bartin de girtî hiştin. Piştre qanûna çapemeniyê hat derxistin û min ji vê qanûnê sûd wergirt. Ji dosyayeke din cezayê min hat daxistin. Piştî 6 salan careke din ev dosya anîn pêşberî min. Ji bo ku cezayê dane nekeve, cezayê min dabeşî mehan kirin. Bi salan e ez diçin dadgehan cara yekem bi pêkanîneke wiha re rû bi rû mam.”

ANF/ÎDIR