Mamoste li benda wezîfeyê ne

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 02:26

Li Başûrê Kurdistanê bi hezaran mamoste bi salan e ku bi peyman kar dikin û nayên wezîfedarkirin. Doh careke din mamosteyên bi peyman yên navçeya Qeladizê ya ser bi Îdareya Raperînê, li ber derê avahiya rêveberiya perwerdeya Qeladizê kom bûn.

Mamosteyên bi peyman li wir bang li Wezareta Perwerdeyê kir da ku wan wezîfedar bikin. Mamosteyan daxwaznameyek radestî ofîsa cihgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî jî kir. Mamosteyan di daxwaznameya xwe de ragihandin ku neyên wezîfedarkirin, ew ê êdî neçin ser kar û boykot bikin.

Li Herêma Kurdistanê 23 hezar mamosteyên bi peyman hene û nehatine tayînkirin. Hikûmet her hilbijartin soz dide, lê piştî hilbijartinan mamoste careke din tên jibîrkirin.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.