Mamostayê olî kirin nezaretê

Çarşem 30 Tebax 2023 - 00:30

Roja Yekşemê ango 27’ê Tebaxê, mamostayê olî yê Kurd yê bi navê “Mamosta Mihemed Şerîfî” temen 37 salî, xelkê Bokanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û ew birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyeke ku ji Kurdpayê re ragehandiye, hêzên rejîmê bêyî belgeyeke dadgehê bi ser mala mela de girtin û piştî şikandina derî û pencereyên mala wî, ew binçav kirin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên rejîmê piştî lêgerîna mala mamostayê olî, dest danîn ser laptopa wî, telefona hevjîna wî, kameraya CCTV û pirtûkên wî û bi xwe re birin. Di derbarê sedem û sûcdarkirina mamosta Mihemed Şerîfî de ti agahî nehatine bidestxistin.

KURDPA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.