Mamosta li ser piyan e

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:21

Zêdetirî 4 mehan e xwepêşandan û boykotên mamosta û karmendên li Germiyan, Helebce, Silêmaniyê, Raperîn û Koyê berdewam in. Doh dîsa mamostayên nerazî yên li Helebce, Germiyan, Koye û Raperînê li ber Rêveberiyên Perwerdeyê yên herêmên xwe kom bûn û xwepêşandan lidarxistin.

Di xwepêşandanê de mamostayan ragihandin ku vê desthilatê bi awayekî bêwicdanî bi rêya zêdekirina bacê û zêdekirina nirxê pêdawîstiyan, mamostayan ji mafên wan ên herî bingehîn ku mûçeyên wan in, bêpar kirine. Her wiha mamostayan bang li hikûmetê kir ku di zûtirîn demê de bersiva daxwazên wan ên tayînkirina mamostayên bi peyman û di dema wê de dayîna mûçeyan bide. Mamostayan dan zanîn ku zext û gef wê li pêşiya daxwazên mafên wan nebe asteng.

Hêjayî gotinêye ku Wezareta Perwerdê ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihandibû, piştî sererastkirina proje yasaya bûdceya Iraqê, ew ê ji 5 daxwazên mamostayan 2 ji wana pêk bînin, ku fikarên mamostayan çêkiriye û biryara berdewamkirina xwepêşandanê didin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.