Mam Zekî Şengalî di salvegera şehadeta xwe ya sisiyan de bi meşekê li gundê Ziyaretê yê Şêrawa ya ser bi Efrînê, hate bibîranîn. 

Bi boneya salvegera 3’yan a şehadeta Mam Zekî Şengalî, Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bi diruşma “Li ser şopa Mam Zekî Şengalî, em ê têkoşînê heta pêkanîna azadiyê xurt bikin” meşek li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li dar xist.

Bi sedan Êzîdî, şêniyên navçeyên Til Rifet a Şehbayê û Şêrawayê beşdarî meşê bûn. 

Meşê li ketina gund dest pê kir û li meydana kampa Vegerê, veguherê mîtîngê. Bi navê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê endama yekîtiyê Eyşe Seydo, Mam Zekî Şengalî bi bîr anî û behsa rola wî di rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ‘ê û birêxistinkirina Êzîdiyan de kir.

Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer jî qala kêliyên hevdîtina xwe bi Mam Zekî re kir û banga yekitiya neteweyî ya Kurdî li hemberî dijmin kir. 

Cafer got, dema êrişên dagirkirinê yên li dijî Efrînê, Mam Zekî Şengalî, şervanên Êzîdî şandin Efrînê da ku piştgiriya gelê Efrînê bikin.

Bi ENKS´ê nexapin

Silêman Cafer bang li koçberên Efrînê kir da ku bi îdiayên ENKS’ê yên vegera li Efrînê neyên xapandin: “Vegera me hemûyan wê bi garantiya navnetweyî be û wê ne ferdî û li gel dagirkeriyê be. Komployeke qirêj ji aliyê Rûsya û dewleta Tirk ve tê kirin, armanca wan kantona Şehbayê vala bikin û berxwedana şêniyan têk bibin da ku hêviya wan a vegera bi rûmet qut bikin.”

EFRÎN