- Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di duyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Şengalê hate bibîranîn. Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi merasîmeke girseyî Mam Zekî Şengalî li ser gora wî ew bi bîr anî.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) de pêr li ser gora xwe bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn. Merasîm li şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a Şengalê pêk hat.
Mam Zekî Şengalî 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Deriyê Şîlo yê Şengalê şehîd bûbû. Piştî merasîma leşkerî gel, bi girseyî ligel hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê bi komî çû ser gora Mam Zekî, baxê gulan danî ser gora wî. Di daxuyaniya li ser navê Malbatên Şehîdan de hat gotin, "Fikr û ramanên ku Mam Zekî li nav civaka me de û li xaka me çandî, bi pêş dikevin û belav dibin. Di duyemîn salvegera şahadeta wî de, em soz didin ku em ê mîrasa ji me re hiştî pêşdetir bibin, armancên wî pêk bînin û bigihînin serketinê.”
ŞENGAL