• Koordînasyona Civaka Êzîdî a Ewrûpayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Mam Beşîr wê di 7'ê Mijdarê de li bajarê Elmanyayê Emmerichê were bibîranîn. Wê bang li civaka Êzîdî kir da ku tevlî merasîma bibîranînê bibe. 

Koordînasyona Civaka Êzîdî a Ewrûpayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Mam Beşîr wê di 7'ê Mijdarê de li bajarê Elmanyayê Emmerichê were bibîranîn. Wê bang li civaka Êzîdî kir da ku tevlî merasîma bibîranînê bibe. 

Wê got, ''Mam Beşîr wek soza dayî, bi her awayî kete nava hewldanan da ku kar û xebatên ji Mam Zekî mayî temam bike û têxe xizmeta berxwedana Şengalê. Lingekî wî li Şengalê bû lingê dî li Ewrûpayê bû, ji bo lobî û bipêşxistina diplomasiya Şengalê. 

Mam Beşîr ev dilsozî heta deqa dawî a jiyana xwe jî berdewam kir, hetanî roja 14'ê Kanûnê 2020´an ku ji bo me bû rojek reş, Mamê me Mam Beşîr, ji ber ku diulê wî sekinî, jiyana xwe ji dest da û li Şengala, li cihê bav û kalan tevlî karwanê şehîdan bû. 

Em li ser vî esasî roja 07.11.2021'an hemî dilsozên rêya Mam Beşîr vedixwînin merasîma bibîranîna wî.  Banga me bi taybetî li civaka Êzidî û hemû welatparêzan e ku bi dilgermiya Mam Beşîr tevlî vê merasîmê bibe û li cem rêheval û malbata wî cîhê xwe bigire.''

Merasîm wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Emmerichê yê Elmanyayê pêk were.

KOLN