Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûr dest bi kampanya boykotkirina kelûpel û rêze filmên Tirkî kirin. Ciwanan li Kelarê ji bo agahdarkirina gel biroşor belavkirin û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan belav kirin.

Têkildarî armanca çalakiyê, ciwanê bi navê Çiya Germiyanî got; “Dewleta dagirker a Tirk ji bilî aliyê leşkerî, bi rêya rêzefilm û aborî jî hewil dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo wê bang li gel dikin hişyar bin û kelûpelên malê Tirkiye nekirin û boykota rêze filmên Tirkî bikin.”
Çiya bang li ciwanên Başûr kir li dijî dagirkeriya Tirk mil bidin milê gerîla.

ROJNEWS/KELAR