Navenda yekem a herdu erdhejan Maraş Bazarcix, ev 10 roj e gel nikarin biçin malên xwe. Li bajarokê ku hema bêje malek bê zirar nemaye, gel ev bi rojan e li kolanan ew cihên ku ji bo xwe çêkirine, di konan de, yan li mala ku Koordînasyona Krizê lê ye dimînin.
Li mala piştevaniyê ya bi sedan dilxwaz lê dimînin, zarokên mexdûrên erdhejê jî hene. Malên ji karton ên zarokên ji malên xwe dûr in çêkirine û bi kulilkan hûnandine balê dibe ser xwe. Zarokên ku deriyek, li ser balinde û kulîlk xêz kirine, li aliyê din ê kartonê jî malek din xêz kirin e.
JINHA/MEDÎNE MAMEDOGLU