Piştî ku hikûmeta Iraqê qebûl kir, 500 malbetên Iraqî yên li Kampa Holê wê vegerin cih û warên xwe yên li Iraqê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê gelekî hewl da û di dawiyê de hikûmeta Iraqê erê kir ku 500 malbetên Iraqî yên li Kampa Holê vegerin cih û warên xwe.

Li gorî daneya dawî yên rêveberiya kampa Holê, 30 hezar û 738 penaberên Iraqî yanî li 8 hezar û 256 malbatên Iraqî li kampê hene. 

Heta niha hikûmeta Iraqê red dikir ku ev malbat vegerin warên xwe. Di 2017’an de tevahiya herêmên Iraqê rizgar bûn û ketin kontrola hikûmeta Iraqê û ji dawiya 2018’an ve vegerandina welatiyan rawestandiye.
Der barê vegerandina penaberan de, Endamê Nivîsgeha Derketina ji Kampa Holê, Mûnîr Mihemed diyar kir ku piştî ku hikûmeta Iraqê qebûl kir, 500 malbetên Iraqî vegerîne, amedekariya birêxistinkirina vegerandina Iraqiyan destpê kiriye.

HESEKÊ