Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!

Duşem 11 Cotmeh 2021 - 01:59

Dayika endamê HPG'ê Kemal Selimî di salekê de sê caran ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigire berê xwe da Şirnexê. Lê rayedarên dewleta Tirk bi nedane cenazeyê kurê wê her êşkence li vê dayikê kirin.  

Li gorî nûçeya Zeynep Durgut a ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA), malbata gerîlayê HPG'ê yê şehîd Kemal Selîmî yê ji navçeya Salmasê ya ser bi Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ev 3 caran e diçe Şirnexê, lê nikare cenazeyê kurê xwe wergire. 

Gerîla Kemal Selîmî 2'ê Îlona 2020'an di şerekî li deşta Silopyayê de şehîd bû. Ev saleke cenazeyê wî nadin malbata wî. Malbat ev sê caran e ku ji Salmasê diçe Şirnexê. Malbat hê 2´yê Îlonê bi şehadeta kurê xwe dihise û cenaze jî teşxîs dike. 

Piştre ji bo testa DNA´yê tevî rewşa xwe ya zehmet malbat careke din diçe Şirnexê û birayê Selîmî, Argeş Selîmî xwînê dide. 

Dewleta Tirk careke din xeber ji malbatê re şand û got, lazim e dayik xwînê bide ji bo testa DNA´yê. Dayik berê xwe dide Şirnexê ji bo xwînê bide. Lê rayedarên Tirk wê careke din vedigerînin ji ber ku qaşo 'Xwîn dayin ne wisa hêsane û hûn dizanin mesrefa vê çiqas e?' 

Dayika Kemal Selîmî, Şoret Nurîzadê ev nêzî salakê ye ku li benda wergirtina cenazeyê kurê xwe ye. Ew dibêje, "Kurê min hat Şirnexê û xwîna xwe da.

Guhê me û çavê me li vir bûn. Her roj min dua dikir ku encama xwînê erênî derbikeve. Lê 3 meh di ser re derbas bûn û gotin bêencam e û divê dayika wî bê. Ev tişteke ne wîjdanî û ne jî exleqî ye. Ez ji welatekî din têm welateke din. Rêya min dûr e. Her carê gazî me dikin û em tên vê derê. Lê di her hatinê de jî em dest vala vedigerin. Em 11 seatan di rê de hatine. Ez bi xwe jî nexweşim. Gelo ev tişteke wîdjdanî ye? Lê dîsa jî tevî hemû zehmetiyan jî ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigirim ez têm vê derê.

Ez cenazeyê kurê xwe werbigirim jî ez nikarim bibim Îranê. Çimkî destûr nadin. Heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye lê yek cenaze jî nehatiye Îranê. Ez dixwazim ku goreke kurê min hebe. Cenazeyê kurê xwe bibim û nêzikî xwe li Wanê defin bikim. Heta ku ez cenazeyê kurê xwe negirim ez ê nesekinim." 

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.