Mala Lîstikê ava

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 21 Mijdar 2022 - 05:27

Şanoya Teatra Jiyana Nû Lîstik li bajarê Elmanyayê Mannheimê turneya xwe bi dawî kir û me jî lê temaşe kir. Heza senaryoyeke serketî û performanseke serketî bi mirov re dihêle. Lê heger Kurdên li Ewrûpayê bê şanoya Kurdî bihêlin, bila ehd be û li canê min ketibe, ez ê wan bihetikînim.

Şano yek ji wan huneran e ku hunerên din hemûyan dihewîne û pê re jî yekser li nava çavên temaşevanên xwe dinihêre. Yanî hem yekser xwe digihîne temaşeker û hem jî temaşeker yekser ya xwe digihîne şanogeran. Ne mubalexe ye mirov bibêje, hunermend û hemberê wî li nava çavên hev dinihêrin. Axir meseleya min ne ew e ku ez bi vî hunerî dakevim. Lê li van deveran, li nêzî navenda rojnameya me (bajarê Elmanyayê Frankfurtê) derfeta me zêde çênabe ku em li şanoyên bi Kurdî temaşe bikin. Lê xwedê ji Teatra Jiyana Nû razî be. Beriya çendekê li Elmanyayê 4 caran lîstika Lîstik nîşan dan û me jî keysa xwe lê anî ji rojnameyê em çûn Mannheimê û me li lîstika dawî ya turneyê temaşe kir. 

Lîstik weke fikr, lîstikeke ku mirov poşman nabe lê temaşe bike. Serê pêşî, mirov divê bibêje, bi têkelhevkirina dîrokê – destana Dewrêşê Evdî – û roja me ya îro – û çendekê beriya wê – Lîstikê karî hem hin aliyên rabihuriyê yên civaka Kurd û hem jî zilma îro roj jî dewam dike ya dewleta Tirk a dagirker bi hev re bi çend karakteran û serpêhatiya wan bibîne.

Yanî di wî warî de ez bi xwe senaryoyeke baş a şanoyê dibînim. Yanî destê Rûgeş Kırıcı, Ömer Şahin, Cihad Ekinci û M. Saît Yaman xweş bin.

 

Dîrok û îro xweş hûnane

Başbûna şanonameyê jî ne tenê ev aliyê wê ye; mesela li ser temaşeker jî hizirîne. Li bersiva pirsên "temaşekerên şanoya Kurdî hez ji çi dikin?", "mirov dikare peyaman bi çi awayî rehettir li ser dikê bide?" geriyane. Ez wisa zen dikim ku ji ber wê jî di navbera komedî û trajediyê de çûne û hatine, lê ya hasil bûye, bêhtir bûye komedî.

Ez ranabim behsa naveroka senaryoyê nakim. Heger camêran sibe dusibe ew weke kitêb weşand, kî bixwaze dikare bixîne jixwe. Lê ez ê hinekî jî behsa performansê bikim. Ji ber ku kesê bi rola derhêner radibe tenê di lîstika pêşî ya turneyê de karîbû cihê xwe bigire, kesê ku li şûna wî ew rol kir, hinekî dida kifşkirin ku ew nû li lîstikê zêde bûye. Hem şarezatiya di derhêneriyê de û hem jî şarezatiya di warê lîstikvaniya di nava Lîstikê de bi rehetî ev hîs bi temaşekerên bi tecrûbe re çêdikir. Lê kesekî din ku hîna nû li kadroyê zêde bûbû û ji ber ku lîstivanê esas vîze negirtibû ketibû şûna wî, rola Zinar – belkî nav şaş tê bîra min – dikir, gelekî serketî bû. Hem weke Zinarê ku nan ji restoranta lê dixebitî ji lîstikvanên Dewrêş û Edûlê re dianî û hem jî weke bavê Edûlê. Ev karakterekî sereke bû ji bo têgihiştina lîstikê, û serketîbûna wî jî ji ber wê heyatî bû.

 

Gazinên ji Lîstikê

Di performansê de mubalexe li hin cihan zêde zêde hebû. Diyar bû ku ew jî bi xurtkirina aliyê komedî yê lîstikê hatiye kirin. Lê Firat – di nava lîstikê de rola Dewrêş jî dike – û Gulê – di nava lîstikê de rola Edûlê jî dike – di meseleya mubalexeyê de carinan wê hisa êdî ev jî zêde zêde ye bi mirov re çêdikin. Li vir minaqeşeya profesyonelbûn û profesyonelnebûnê ya di nava Gulê (Rûgeş Kirici) de zehmetiyên hunermendên şanoya Kurd nîşan dide û baş dike. Lê gava mirov li rola Gulê dinihêre, ev 15 sal in li bendê ye ku rola Edûlê bike; lê di provayan de metna xwe xweşik ji ber nekiriye, dengên ji bo şanoger ên ji bo strangotinê pê re nîne – yên Rûgeş Kirici hene, lê yên rola wê nînin – hingê mirov vê yan weke nakokiyeke dijwar a di senaryoyê de dibîne, yan jî weke profesyonelnebûneke mubalexekirî ya Gulê. 

 

Ronîda ya kuafor

Aliyên komediyê yên ku bi karaktera Ronîda ya kuafor a ku li şûna birayê xwe yê elektrîkvan ve hatiye şandin da ku meseleya rohniyê hal bike jî ji aliyên serketî yên senaryo û lîstikê ne. 

Lê belkî jî ew sehneya xwarina ku bi hev re dixwin, a ku weke pisîkan dixwin, yek ji kêliyên herî xurt ên performansê ye ku di heman demê de aliyekî xurt ên komediyê ye jî. Çima weke psîkan nan dixwin? Meraq nekin, hûn lê temaşe bikin, jixwe Teatra Jiyana Nû wê ta bi derziyê ve bike ji we re. 

 

Organîsazyoneke baştir a turneyan lazim e

Bi her halî, bi kêf me li lîstikê temaşe kir. Lê diyar e ku li van deveran, meseleya organîzasyonê qels e. Naxwe çima lîstkeke holê baş tenê li sê cihan û tenê çar caran bê nîşan dan? Esas lîstikeke holê lazim bû xweşik carekê li tevahiya bajarên mezin ên Elmanyayê bigeriya. Ji bo organîsazyonê hevkariya hunermend û komeleyên cihî yên deveran şert e û lazim e ku rêxistinên weke TEV-ÇAND‘ê jî vê têkiliyê deynin. Bi vî rengî li gelek bajaran têkiliyên bi şanoyan û civaka Kurd jî wê baş bibin.

Bila ne weke şîretê be lê weke niyazekê: Emanet Kurdên li Ewrûpayê bi şano nehêlin. Min ji şanogeran re piştî lîstikê bi henekî gotibû, ez ê we bi şeniînim. Ev jî bila ehd be û li canê min ketibe, hûn me bê şano bihêlin, ez ê we bihetikînim û bişeniînim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.