- Karayilan got, ti eleqeya kiryarên AKP'ê bi mirovahiyê, Îslamiyetê û hiqûqê re nîne û tifaqa ku AKP serkêşiyê jê re dike jî tifaqa diz û qatilan e.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku di vê demê de gelê Kurdistanê yê welatparêz, derdorên demokratîk, hêzên tifaqê yên Kurdistanî û Tirkiyeyî divê bixebitin û got;"Mirovên me hestiyar in; divê mirov mal bi mal, gund bi gund serdana wan bikin. Bi taybetî divê mirov biçe serdana wan mirovan ên ku heta niha deng dane AKP'ê û Misilmanên jidil ên xwedî hestên mirovî."
Karayilan gotm di pêvajoya hilbijartinê de lazim e Kurd xwe zêde nexapînin û wiha dewam kir: “Lê hêzên çep ên demokratîk ên Tirkiyeyê û gelê Kurd di vê pêvajoyê de dikarin xwe bêhtir xurt bikin. Divê gelê me ji kesên din tiştekî hêvî neke û divê gelê me bi xwe bawer be. Tifaqa Mîllet a bi navê Maseya Şeşkesî jî tê diyarkirin, salek e nîqaş dikin û gelek nivîs amade kirine, projeyên xwe danîne holê. Lê di van projeyên wan de doza Kurdan tine. Wekî peymana Lozanê. Helbet Lozan jî di sedsaliya xwe de, di rojevê de ye. Nêzî salekê li Lozanê jî nîqaş kiribûn. Di civînan de tevî nîqaşên li ser Kurdistanê û Kurdan, di nava belgeyan de behsa Kurdan nayê kirin. Maseya Şeşkesî jî ewqasî nîqaş kir, lê behsa pirsgirêka Kurd jî nakin. Lê heger kesek nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike, nikare li Tirkiyeyê demokrasiyê bi pêş bixe.”
Divê maseya şeşan doza Kurd bibîne
Karayilan got, heta ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd di pozîsyona şer de be, demokrasî li Tirkiyeyê pêş nakeve û wiha dewam kir: “Trollên AKP'ê car caran diyar dikin ku ji bo vî şerî heta niha 2,5-3 trîlyon dolar hatine xerckirin. Yanî Tirkiye qezenca xwe hemû li dijî Kurdan ji bo şer xerc dike. Kurd mafên xwe yên xwezayî dixwazin. Yanî çawa ku hemû gelên cîhanê xwedî mafê ziman û xwerêveberiyê ne, gelê Kurd jî van tiştan dixwaze. Kurd veqetînê naxwazin. Dixwaze bi hev re bijî, lê di heman demê de mafên xwe yên xwezayî jî bi dest bixe. Lê belê desthilatdarî wekî tiştekî ku wê dawiya Tirkiyeyê bînin, nîşan dide. Dibêjin, ‘destên ji derve hene’ lê ev jî ji xwe dereweke mezin e. Bi senaryoyên wisa dixwazin li hemberî Kurdan operasyonan bikin û mirin û tinekirinê layiqî Kurdan bibînin. Ji ber vê, meseleya esasî doza Kurdan e lê Maseya Şeşkesî jî doza Kurdan nabîne.”
Karayilan beramberî vê, weke meseleya herî girîng îşaret bi xurtkirina hêzên welatparêz û demokratîk kir û wiha peyivî: “Ger ev beş xwe xurt bikin û di siyaseta Tirkiyeyê de çalaktir bibin, wê demê dikarin rê li ber gelek tiştan vekin. Divê bêyî ku ji kesî hêvî bikin, xwe bispêrin hêza xwe. Gelê me, derdorên demokratîk, hêzên tifaqa Kurdistanî û Tirkiyeyî divê bixebitin. Rast e ku mîtîng û axaftinên medyayî jî pêwîst in, lê gelê me hestiyar e; lazim e mal bi mal bigerin, li gundan hemûyan bigerin.”
Tifaqa AKP’ê ya diz û qatilan e
Karayilan dengdana AKP´ê weke felaket bi nav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yanî wê bibe xiyaneta ku gelê Kurd bi xwe dike. Li namzetên wan û li wan binihêrin, tifaqa diz û qatilan. Ji ber vê yekê yan diz in yan jî qatil in. Kesên ji nav vana dixwazin bibin parlamenter ji bo dewlemendî, dizî û xizmên xwe di karan de bi cih bikin, dibin namzet. Lê di nav siyaseta Kurdan û demokratan de hin kes hene ku piştî ku hatine hilbijartin, dewlemend bûne. Na. Ji ber ku ev beş ji bo xizmetê diçin parlamentoyê. Hinek jî tên dadgehkirin û girtin. Divê gelê me vê cudahiyê bibîne; ji bo vê jî divê her kes bixebite û kesên ku vê ferqê nabînin jî rewşê fêhm bikin. Divê ji bo vê bixebite; divê helwêsteke neteweyî nîşan bide û li hember dijkurdîtiyê helwêstê nîşan bide. Bi vî awayî divê bibe îrade. Ev pêdivî ye. Di vê serdemê de xebata bi AKP-MHP’ê re û mirov rabe dengê xwe bide wan, tê wateya ku mirov çêran li xwe dike. Bi taybetî dayik di vê pêvajoyê de dibêjin ‘Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê xwe bide xwe’.”
NAVENDA NÛÇEYAN