Makek ji pirtûkên Kurdî re

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Nîsan 2022 - 22:18

  • Çend ciwanên Kurd bi navê “Derguşa pirtûkên Kurdî, Makpirtûk” malpereke nû vekiriye. Malpera Makpirtûkê bi pergaleke tekûz nexasim berê xwe dide Ewrûpayê û dixwaze pirtûkên Kurdî bigihîjîne welatên Ewrûpayê û dinyayê.

ARDÎN DÎREN

Dinya di her warî de her ku diçe dijîtalîze dibe û êdî her tişt li ser malperên online bi rê ve diçe. Hema bêje mirov pêdiviyên xwe hemûyan bi vî awayî pêk tînin. Di warê pirtûkfirotinê de jî gelek malperên online hatine avakirin û mirov ji wir danûstendina pirtûkan dikin. Çend ciwanên Kurd jî bi kêmasiyê nebûna malpereke online ya ku pirtûkên Kurdî difiroşe hesiyane û xwestine vê kêmasiyê ji holê rakin. Wan bi navê “Derguşa pirtûkên Kurdî, Makpirtûk” malpereke nû vekiriye. Malpera Makpirtûkê nexasim berê xwe dide Ewrûpayê û dixwaze pirtûkên Kurdî bigihîjîne welatên Ewrûpayê hemûyan û welatên din ên dinyayê jî ji bîr nake. 

Malper dê bi sê zimanan, Kurdî, Elmanî û Ingilîzî xizmetê bike. Pergalên peredayinê yên li dinyayê tên qebûlkirin hemû jî wê li malperê werin barkirin û bi saya vê yekê xwendevanên ku dixwazin xwe bigihînin pirtûkên Kurdî, li ku dera dinyayê bin bila bibin, dê karibin bi hêsanî xwe bigihînin pirtûkan û bikirin.

Ew li ser navê malperê jî gelekî fikirîne û herî dawî ev nav hilbijartine. Piştî gelek pêşniyaz û niqaşan, biryar dane vî navî lê bikin. Sebeba vî navî jî wiha diyar dikin, “Piştî pêşniyazan em her tim li ‘Mak’ê vedigeriyan. Li gel hewldanên pozîtîf yên ji bo xwendina bi Kurdî, derûdora me û ciwanên ku zarokên wan nû çêbûbûn ji ziman û çîrokên Kurdî dûr ketibûn. Xaya me ji vî navî ziman e.” 

Heta niha 5 hezar pirtûk bar kirine

Ji nav van 6 ciwanên ku bi damezirandina Makpirtûkê re elaqedar bûne yek jê jî Qeyso ye. Ew ji gundê Bafê yê Hezexê ye. Qeyso dema li welat e bi lîstikvanî û dengdayina dublaja Kurdî re elaqedar e. Herî dawî li Zarok Tv derhêneriya dublajê jî dike. Ji ber hin sedeman, neçar dimîne ku welat biterikine. Ev qederê 4 salan e ku li Elmanyayê dimîne. Qeyso da zanîn ku ew û 5 hevalên wî yên din ev nêzîkî 8 mehan e ku bi damezirandina Makpirtûkê re mijûl in: “Em şeş kes in, herkes bi qada xwe re elaqeder e. Em du kes li vir in û çar heval jî li welêt in.

Divê navê hevalên xwe Agirî Soran, Azad Dogru, Leyla Tekîner, Sadak û Yakup Kılıç bi bîr bînim. Keda wan gelek e ji bo vî karî. Li ku berhemeke Kurdî û bi zimanê din li ser çanda Kurdî hebe, em dixwazin xwe bigihînine wê berhemê. Bi taybetî em du kes li ser vî karî disekinin. Pirranîya berhemên çapkirî û yên li ber destan, me ji weşanxaneyan xwestin. Heta niha bi kovaran re nezîkî 5 hezar pirtûk li malperê hatine barkirin. Em hîna jî pirtûkên nû bar dikin û hejmara pirtûkan ya malperê zêdetir dikin.” 

‘Pirtûkxaneyek li gorî qanûnên Ewrûpayê’

Qeyso bi bîr dixe ku tenê li Elmanyayê bêhtirî milyonek Kurdî dijîn û di demên dawî de xwînerên Kurdî zêde bûne û wiha dewam kir:

“Xwegihandina berhemên Kurdî li Ewrûpayê gelekî zehmet e. Gelek ciwanên wekî min bi kesên biyanî re heval bûn. Ji bo kesên bîyanî hîn zehmettir bû. Ji ber ku malperek bi zimanê wan, sîstema peredayîna wan û li gorî qanûnên Ewrûpayê tinebû. Her wiha di gelek malên Kurdan de pirtûkên zarokan nînin. Ciwanên Kurd ên li vir mezin bûne û gelek kesên bîyanî jî dixwestin fêrî Kurdî bibin. Dîsa gelek kes dixwazin zarokên xwe fêrî Kurdî bikin. Ji çend aliyan xwestek û hewldana fêrbûna çand û ziman hebû. Ji bo întegrebûna zarok û nûciwan û kesên dixwazin Kurdî û Elmanî fêr bibin, pirtukxaneyeke li gorî qanûnên Ewrûpayê wê pirr baş bibe.” 

‘Qargoya me a taybet jî heye’

Qeyso got, destpêkê meseleya kargoyê serê wan êşandiye, lê bi demê re ev mesele jî çareser kirine û wiha pê de çû: “Em di serdemeke dijîtal de ne, em karekî online dikin. Ev karê me hîn hêsantir dike. Meseleya qargoyê di serî de serê me êşand. Lê me ev yek çareser kir û amadekarîyên xwe li gorî vê yekê kirin. Ji bo pirtûkên me saxlem bigihîjin me û xwîner xwe zû bigihînin berhemên nû çapkirî, qargoya me a taybet jî heye. Em lîsteya xwe ji wan weşanxaneyan re dişînin. Ew berheman dişînin ji qargoyên me re. Qargoya me jî  rastrerast radestî me dike.”

Di navbera nivîskar û xwîner de pirek e

Qeyso herî dawî got, weke çendek ciwanên li Ewrûpayê û yên li welêt wan xwe daye ber vê xizmetê û dixwazin bi vî karî feydeyekê li pirtûk û pirtûkvaniya Kurdî bikin. Qeyso bal bire ser biryara hevpar û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Li gorî vê biryara xwe ya hevpar me jî karûbarên xwe yên di vî warî de dane destpêkirin. Armanca sereke ew e ku em bi hesanî pirtûkên Kurdî bigihînin ber destê dildarên ziman û edebîyata Kurdî. Lewra em bawer dikin ku her kurda/ê li mintiqeyên Ewrûpayê û cîhanê, xwedî mafê bidestxistina pirtûkên Kurdî ye. Îcar em jî bi vî karê xwe yên pirtûkxaneya online dixwazin vî mafê xwînerên Kurdî misoger bikin û bibin pirek di navbera nivîskar û xwînerên Kurdî de.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.