Mafên jinên Mexrîbî tên binpêkirin
Çarşem 11 Hezîran 2025 - 02:45
Jinên Mexribî ji ber adet li ser hatine ferzkirin, ji mafên xwe yên jiyanî bêpar dimînin. Li dijî vê yekê jî daxwaza edaletê dikin.
Di nava berfirehbûna bilez a bajarî ya Mexribê de, pirsa edaleta qada giştî hê jî mijarek girîng e. Gelo kolan, park û avahiyên me ji bo hembêzkirina jinan û misogerkirina ewlehî û beşdariya wan hatine çêkirin? An jî bajar hê jî ji hêla ferasetekê ve tê rêvebirin ku jinan, bi taybetî jî komên xeternak ji holê radike?
Nadiya Bin Masûd ku navê wê yê nerast e, jineke 40 salî ye. Li ser kursiyekî li parkek Eldar El-Baydaayê rûniştibû û hewl dida ku ji qerebalixiya roja xwe kêliyek aramiyê bibîne. Piştî çend deqeyan biryar da ku ji wir derkeve. Nadiya Bin Masûd sedema derketina ji parkê wiha vegot: "Çav bi berdewamî li ser min in, her çiqas kes rasterast bi min re napeyive jî. Hin kes hene ku bi dengekî bilind diaxivin, gotinên bê ehlaq û êrîşkar bikar tînin, weke ku hebûna min li vir nayê dîtin an jî mafê min tuneye ku li wir bim."
Gelek jinên Mexribê wek Nadiya Bin Masûd dijîn. Hîs dikin ku cihên wan di cihên giştî de tuneyeû divê ew bêdeng û li malê bimînin.
Agahiyên ji UN Women nîşan didin ku li Mexribê ji her 10 jinan 6, li qadên giştî destdirêjî li wan tên kirin. Ev rastî, tevger û beşdarbûnê xeternak dike û gelek kesan teşwîq dike ku şêwaza jiyana xwe biguherînin da ku ji ezmûnek şermîner dûr bisekinin.
Seroka Komeleya Kurên Welatê Min ji bo Pêşxistina Civakî û Jîngehê Xedîca Doblal destnîşan kir ku guhertina heyî ya bajêr pêdiviyên jinan bi taybetî yên komên bêparastin, pêk nayne û rolên wan ên civakî û aborî nas nake û got: "Edalet di cihê giştî de şertekî bingehîn a civakek demokratîk e."
Seroka Komeleya Pêşbaziyê ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Ebdo, diyar kir ku qadên giştî yên Mexribê tevî hebûna rojane ya jinan, ji hêla feraseta mêran ve tên rêvebirin û wiha axivî:" Qada giştî ne mafê taybet ê kesan e, ew mafekî kolektîf e ku divê rûmeta jin û mêran mîsoger bike."
NÛJINHA/MEXRÎB/HENAN HERÊT