Mafê hêviyê bingehîn e
Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:10
Parlamenter Omer Ocalan diyar kir ku dema mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan were bicihanîn dê pêşî li gelek tiştan bê vekirin û divê bi lezgînî mafê hêviyê were bicihanîn.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seraktor û birêvebirê sereke yê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” e. “Mafê hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan di rojevê de ye û gelek nîqaş li serê tên kirin û tê xwestin ev maf were bicihanîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Abdullah Ocalan e, di 23'yê Cotmeha 2024'an û di 31ê Adarê de bi wesîleya Cejna Remezanê çûbû Girava Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtinê pêk anîbû.
Omer Ocalan diyar kir ku heke dewlet di mijara “mafê hêviyê” de gavan biavêje û bicih bîne dê milet ji pêvajoyê bawer bike û got ku mafê hêviyê mafekî bingehîn e. Her wiha Omer Ocalan bersiv da agahiyên spukalatîf yên li ser Abdullah Ocalan jî.
Mafê hêviyê bingehîn e
Omer Ocalan diyar kir ku mafê hêviyê ji bo girtiyên Kurd û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek girîng e û got: “Gelek sal in nîqaş li ser mafê hêviyê hebûn. Piştî Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî behsa mafê hêviyê kir, êdî li her derê tê nîqaşkirin. Ev meseleya Kurdan e. Meseleya Kurdan meselek hiqûqî, siyasî û civakî ye. Mafê hêviyê dema bê qebûlkirin dê pêşî li gelek tiştan bê vekirin. Rêzdar Ocalan û gelek girtî ji ber neqebûlkirina mafê hêviyê bi mexdûriyetê re rû bi rû man e. Ev mafekî bingehîn e. Lê mixabin li Tirkiyeyê heya niha ev maf nehatiye bicihanîn.”
Bingeha spekulasyonan tune ye
Omer Ocalan bersiv da agahiyên spekulatîf û îdiayên li ser Abdullah Ocalan û ev yek anîn ziman: “Em spekulasyonên tên kirin, qet bingeha wan tune ye. Em girîngiyê nadinê. Ev spekulasyon sûnî ne, tu maneya wan tune ye. Em van spekulasyonan tune dihesibînin. Kurdbûn, ziman, nasname û hebûna vî miletî kî temsîl dike? Rêber Ocalan û partiya xwe temsîl dikin. Ev hereketek enternasyonal e. Xwe bi demokrasiyê bi rê ve dibe.”
AW/AMED