ÊZDÎN ŞENGALÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo got, gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên derbarê Şengalê de girîng in, lê divê hêzên navneteweyî êdî bi saziyên Êzîdiyan re pêwendiyan bi pêş bixin. Herbo da zanîn ku hikûmeta Iraqê Êzîdiyan bi dewleta Tirk tehdît dike, PDK jî li pey pîlanên nû ye.
Serokomarê Franseyê Emmanuel Macron 28’ê Tebaxê ji bo ku tevlî civîna bilind a welatên cîranê Iraqê bibe, çûbû Bexdayê û 29’ê Tebaxê jî li Mûsilê çend serdan kiribûn. Macron di serdanên xwe de behsa Şengalê jî kiribû û gotibû, ji ber êrişên dewleta Tirk, Êzîdiyên koçber nikarin vegerin ser warê xwe.
Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, derbarê serdana Macron, nirxandinên wî yên têkildarî Şengalê axivî.
Faris Herbo civîna bilind a Bexdayê nirxand û got, armanca esasî ew bû ku Iraq, wekî berê dîsa bibe navendeke Erebî û Îslamî, lê ji destpêka civînê ve kêmasî hebûn: “Beşdarbûna Serokkomarê Fransî Macron xwedî wateyeke cûda ye. Lê li navenda Bexdayê, di hizûra hemû welatên beşdar û Serokwezîrê Iraqê de nûnerê dewleta Tirk dibêje, ew ê operasyonên xwe li Iraqê dewam bikin û heqaretan dike. Her çiqasî bixwazin Iraqê wekî berê bikin jî, ev ji ber siyaseta Iraqê ya niha ne mumkin e.”
Desteka siyasî pêwîst e
Herbo axaftina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser Şengal û Êzidiyan nirxand: “Gotinên Macron ên têkildarî Şengalê girîng in, lê gotin têr nakin. Pêwîst e vegera Êzîdiyan a ser xaka wan rojeveke sereke be. Divê desteka siyasî hebe û piştgiriya daxwaza Êzîdiyan were kirin. Pêwîst e di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, ji bo rê li ber êrişên dewleta Tirk were girtin, xebat were meşandin.”
Herbo bi bîr xist ku weke endamê daîmî yên Neteweyên Yekbûyî, mafê Fransayê yê vetoyê heye: “Ji bo desteka siyasî û îdarî ku Êzîdî mafê xwe bigirin, Fransa û dewletên din dikarin bi rola xwe rabin. Em dixwazin alîkariya wan di van milan de çêbe.”
Faris Herbo destnîşan kir ku Macron dixwest biçe serdana Şengalê, lê hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê rê li ber girtiye: “Macron beriya niha soz dabû ku serdana Şengalê bike. Hat Bexdayê, ji wir çû Mûsil û Hewlêrê, lê neçû serdana Êzîdiyan. Cihê Êzîdiyan ji Mûsilê ne dûr e. Hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê naxwazin kesayetên wekî Macron, welatên wekî Fransa bikevin nav Êzîdiyan û daxwazên wan guhdarî bikin. Dema werin bibînin, ew ê şerm bikin. Em dixwazin rê ji bo serdanên bi vî rengî neyê girtin.”
Herbo, axaftina Macron a wekî “Yek ji astengiyên li pêşiya vegera Êzîdiyan êrişên dewleta Tirk in” wekî ‘axaftinek rast’ bi nav kir û got, “Ji bilî wê siyaseta PDK û Hikûmeta Iraqê jî dibe asteng ku Êzîdî vegerin ser axa xwe.”
NAVENDA NÛÇEYAN