- Dewleta Tirk bi rehîngirtina 6 cenaze zilm li malbata şehîd Ezda Avesta dikir. Dewleta dagirker, gava cenaze di qutiyekê de da malbatê jî êşkenceyeke ji zilmê û wê de li malbatê kir.
Stî Karatay a di 2016’an de li Şemzînanê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, piştî 6 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin. Endama YJA Starê, Stî Karatay (Ezda Avesta) sala 2016’an li çoltera navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di şerekî de şehîd bû. Dewleta Tirk cenazeyê wê heft salan rehîn girt. Heman dewletê îdîa kir ku encamên testên DNA’yî piştî 6 salan eşkere bûne û pêr bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Tirk li Şemzînanê, cenaze di qutiyekê de dan dayika şehîdê Aynûr Karatay. Malbatê cenaze ewilî bir Wanê û pişt re jî bi wesayîteke cenaze ya kirêkirî, bir navçeya Agiriyê Bazîdê. Cenazeyê şehîd Stî Karatay li Goristana Koçkiran a navçeya Bazîdê hat veşartin.
Birayê şehîd Ezda Avestayê, Îsmaîl Karatay da zanîn ku dema xwişka wî şehîd bûye, ew çûne Şemzînanê da ku cenazê bînin, lê bi îdîaya ku cihê şer e, destûr nedane wan hingê. Dayika şehîdê, Aynûr Karatayê jî li ser kirina dewleta Tirk got, piştî bi şeş salan li şûna cenaze, çend hestû dane malbatê û wiha ya dilê xwe îfade kir: “Ma ev ne zilm e? Ma benîadem dikare zilmeke wisa qebûl bike? Lê axir, hestûyek jî be ez razî me. Bi zilma wan ez neêşiyam, ji ber ku ez bi keça xwe serbilind im. Bila serê miletê me sax be. "
Nûçegihanê me Yilmaz Kaya bi birayê şehîdê Îsmail Karatay re peyivî. Îsmaîl Karatay got, ew sala 2016’an ji şehîdbûna xwişka xwe agahdar bûne û wiha dewam kir: “Em hema pê re pê re çûn Şemzînanê. Em bi serdozger re peyivîn. Wî got, ‘cenaze li cihê şer in, hûn nikarin biçin’. Em paşê hîn bûn ku wêneyên cenazeyan girtine û nimûneyên DNA’yê girtine. Paşê cenazeyê wê û hevalên pê re li goristana bê kesan veşartine."
Di qutiyekê de çend hestû
Wî got, piştî vê yekê bi du salan wan careke din miracaetî serdogeriya Şemzînanê kiriye, û hingê jî bi hinceta “testên DNA´yê nehatine kirin”, cenaze nedane malbatê. Birayê şehîd Ezda Avesta da zanîn ku hîna nû beriya bi sê mehan Serdozgeriya Komara Tirk a Şemzînanê telefonî wan kiriye û ji wan xwestiye nimûneyên ji bo testa DNA’yê bidin. Piştî ku wan bi malbatî nimûne dane, beriya bi du rojan jî dozgeriyê telefonî wan kiriye da cenazeyê bibin.
Cenaze jî çend hestûyên di qutiyekê de bûn.
Birayê şehîdê Îsmaîl Karatay bi xwe jî ev 5 sal in ji ber îfadeya “şahidekî veşartî” tê dadgehkirin. Wî got, “Her malbata me aciz dikin. Gelek caran ez kêfî kirim nezaretê. Bi îfadeyên li hev hatine anîn, doz li me vekirin. Lê em ê ji ya xwe neyên xwarê.”
Bira û bavê şehîdê jî şehîd in
Birayê şehîd Ezda Avesta, Emrah Karatay jî gerîlayê HPG’ê bû û 17’ê Adara 2017’an di şerekî Agiriyê de şehîd bûbû. Bavê wê şehîdê, Burhan Karatay jî di 67 saliya xwe de li Hepsa Gîresûnê ya Tîpa E’yê dîl bû û di 7’ê Mijdara 2018’an de ji ber ku dilê wî sekinî, şehîd bûbû.
Îsmaîl Karatay ji bo rewşa bavê xwe ya di hepsê de dibêje, “4 sal bûn di hepsê de bû. Nexweşiya wî giran bû. Dilê wî nexweş bû. Tevî ku di rapora bi mohra 9 profesoran dihat gotin, divê bavê min li derveyî hepsê bê dermankirin jî, bavê min nehat dermankirin. Rapor hemû li cem min in. 7’ê Mijdara 2018’an jî dilê wî disekine. Lê wî tavilê ranakin nexweşxaneyê. Ambulans saetekê paşê tê. Bavê min hingê wefat kiriye. Cenazeyê wî dibin nexweşxaneyê û di raporê de dinivîsin, “tevî destwerdanên li nexweşxaneyê hemûyan nekarî sax bê xilaskirin.
Lê ev derew e. Bavê min saetekê li hepsê disekinînin û ew li wir wefat dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN