Ma dahol tenê ji bo mêran e!

Nûçeyên Jin

Çarşem 28 Kanûn 2022 - 02:37

  • Keça ciwan Bihar Silêman ku 18 salî ye, li hember nihêrîna çewt ya ku dibêjin jin nikarin li daholê bidin radibe û bi biryar li daholê dide. Her wiha ew mamosteye jî û xwendekaran jî digihîne ji bo siberojê.

CEMÎL EBDO/ANF/ŞEHBA

 

Jin a ciwan Bihar Silêman li daholê dide û li dijî pêkûtiyên civakê yên li hemberî jinê têdikoşe.

Bihar Silêman a 18 salî ku ji gundê Bircikê Silêmên ê navçeya Şêrewa ya Efrînê ye, niha weke koçberekê li Kantona Şehbayê dimîne. Jina ciwan Bihar Silêman diyar kir ku, ji biçûkatiyê wê xwestiye di warê çand û hunera Kurdî de xwe pêş bixe û got, “Hêj ez 8 salî bûm, tevlî xebatên çand û hunerê bûm. Ji ber ku derfetên çûn û hatinê li navçeya me tune bûn, di xwe gihadina navenda çand û huner ya navçeya Şêrewa de min gelek zehmetî kişandin. Gelek caran bi meşê ez diçûm navendê.”

Bihar Silêman da zanîn ku wê di nava komên govend, stranbêjiyê û koma kulîlkên Efrînê de cih girtiye û wiha dewam kir, “Piştî dagirkirina Kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, em neçar man ji wir derkevin. Pergalek me ya jiyanê rûniştî hebû, ew serûbin bû. Piştî em hatin Şehbayê jî me gelek zehmetî kişand.”

 

Meraqa wê ya ji bo rîtmê

Bihar Silêman anî ziman ku ew niha endama Koma Şehîd Hêva ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê ye û wiha axivî, “Ji ber di nava malbatê de hezkirinek mezin li hemberî muzîkê heye, ji meraqan ez hînê ritîmê bûm. Ji ber rewşa awarte û şer, peydakirina mamoste jî zehmet bû. Li gorî derfetên xwe em hînê lêxistina amûrên muzîkê bûn. Cara ewil di 8’ê Adara 2019’an de li ser dikê min li daholê xist.”

 

Bi hunerê xwe serbilind e

Bihar Silêman diyar kir ku ew niha li navendê mamostetiyê dike û gelek xwendekar perwerde kirine û wiha domand, “Malbatê jî piştgirî da min ji bo karibim karên çand û hunerê bi pêş bixînim. Lê di çavê civakê de dema jinek li daholê dixe, wek şerm an jî eybek tê dîtin. Di hişmendiyê wan de hatiye rûniştandin ku dahol tenê mêr lêdidin. Zextek mezin li ser min çêbû ku dev ji lêxistina daholê berdim. Ev yek şaş e û li dijî vê zîhniyetê me têkoşînek da. Ez îro serbilind im ku min ev huner hilbijartiye."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.