ZIYAD EBÛ XEZALÊ / ANHA / LUBNAN
Li Lubnanê ji Cotmeha 2022`yan de (dema bidawîbûna desthilata Mîşel Ewn) valahiya serokkomariyê heye. Parlamentoya Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomarekî nû 12 caran civiya, lê negihîşt tu encamê. Di vê navberê de 2 namzetên sereke ji bo serokkomariyê hatin pêşniyarkirin; Silêman Firenciye û Cîhad Ezûr. Lê di rûniştina dawî ya parlamentoyê de jî yek ji wan nehat hilbijartin.
Xelkê Libnanê bifikar e
Xelkê Lubnanê bi fikar in ku nakokiyên hizbî li welatê wan ku di aloziyeke aborî ya herî xirab de ye, kûrtir bibin. Li gel nebûna serokê dewletê û meclisa wezîran û parçebûna parlamentoyê, li wî welatî felcbûneke siyasî heye.
Di madeya 62`yan a destûra Lubnanê de tê gotin “Eger serokkomarî ji ber çi sedemê dibe vala bimîne, meclisa wezîran erkên serokkomar digire.” Lê belê rewşeke nû ku di destûrê de behsa wê nehatiye kirin, derketiye holê. Ev cara duyemîn e ku li Lubnanê valahiya serokkomariyê pêk tê. Ya yekemîn piştî bidawîbûna dema desthilata serokkomar Îmêl Lehûd bû. Ji lew re, li gorî destûrê nabe erka serokkomariyê vala bimîne.
Bi destpêkirina xwepêşandanên gel di sala 2019`an de û bi xirabbûna rewşa aborî, civakî, siyasî û parçebûnê re, ji bo çareserkirina rewşa dewleta îflaskirî gelek pêşniyar hatin kirin.
Berê jî hatibû nîqaşkirin
Di nava pêşniyaran de, vebijêrka pergala federal jî heye ku wek alternatîfa pergala tayîfî ya li Lubnanê hatiye pêşniyarkirin. Ev pêşniyar ne nû ye û bi taybet beriya şerê navxweyî yê Lubnanê (1975-1990) di nava siyasetmedarên xiristiyan û partiyên xiristiyanan de mijara nîqaşê bû. Serokkomar Kemîl Şemûn (1952-1958) di wê derbarê de pîlanek pêşkêş kiribû. Eniya Lubnanê ya ku hêviyên Marûniyan temsîl dike jî, di diyaloga nîştimanî ya Lubnanê ya li Lozanê (1984) de projeya federal pêşkêş kiribû. Serokkomar Beşîr Cemîl ku sala 1982`yan hatibû kuştin jî bi vê projeyê fikirîbû.
Federalî rizgarî ye
Sekreterê giştî yê Kongreya Daîmî ya Federal Dr. Alfred Riachi derbarê mijarê de axivî û got:“Ji bo mayîndebûn û serkeftina dewletê çareseriya yekemîn avakirina pergala federal e. Divê ev pergal taybetmendiyên pêkhateyên tayîfî esas bigire. Federalîzm li Lubnanê pêkan e. Rêbazên serxistina wê jî hene.”
Riachi destnîşan kir ku hemû pergalên navendî yên paşverû û binketî bûne sedema şer, lê belê pergala federal şer nayne, berovajî wê îstiqrar, edalet, wekhevî, geşkirina aborî û civakî pêk bîne. Riachi anî ziman ku federalî pêşniyareke stratejîk e, armanca wê ewlekirina îstiqrarê ji bo hemû pêkhateyan e û got;“Em şîretê li her du aliyên bihêz yên şîe (Hizbullah û tevgera Emel) dikin ku xwedî li pergala federal derkevin, ji ber ku bi rêya vê pergalê wê bikarin têkiliyên erênî bi pêkhateyên din re ava bikin. Kîjan aliyê lubnanî dibêje pergala federal xeternak e, bila ji me re bêje xetereya wê li ku ye. Kî vê dibêje, ew ne xwedî nêrîneke siyasî û rasyonal e. Hevdîtin û peywendiyên me bi awayekî daîmî bi keşe Bişara El Xûrî re hene, ew jî ne dijberê vê pêşniyarê ye.”