• Hunermendê navdar ê Loristanê, Secad Rezimçûyî ji ber şewata mala xwe, canê xwe ji dest da.

Hunermendê navdar ê Loristanê, Secad Rezimçûyî ji ber şewata mala xwe, canê xwe ji dest da.

Mala Secad Rezimçûyî Îna bihurî ji ber gazê şewitîbû û ew bi xwe jî birîndar bûbû, piştî 4 rojan wî jî canê xwe ji dest da.

Bedena Hunermend Secad Rezimçûyî, ji sedî 80 şewitîbû, piştî ku rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê piştî 4 rojan wefat kir.

Cenazeyê Secad Rezimçûyî pêr bi merasîmeke mezin hate veşartin. Malbat û hevrêyên wî jî di nav de gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Hunermend Secad Rezimçûyî sala 1980’an li herema Yasucî ya Nur Ebad ji dayik bûbû. Ji sala 1992’yan ve bi awayekî zanistî dest bi karê hunerî kirîbû û xwedî gelek berhaman bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN