‘Looted’ Holokostê bibîrtîne

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Îlon 2024 - 00:33

  • Di derbarê Holokostê de heta niha gelek pêşangeh hatin lidarxistin lê pêşangeha bi navê “Looted” bi rêya alavên hatine talankirin pencereyek nû vedike di vî warî de. Alav ku nîşaneya gelek tiştî ne di heman demê de serpêhatiyên ku qewimîne jî zindî dikin û ji nûve hizrekê ava dikin.

ARDÎN DÎREN

Pêşangeha bi navê “Looted” ya li Amsterdamê ku tê maneya “malên talanbûyî” talana di dema Holokostê de û her wiha diziya sîstematîk nîşanî xelkê dide. Ev talan û diziya Naziyan li ser xelkê tesîreke çawa çêkir û xelkê çi kişand ji destê Naziyan bi rêya alav û tiştên hatine talankirin tê vegotin. Tevî alavên talankirî her wiha hin serpêhatiyên bi êş jî tên nîşandan. Pêşangeha ku li du muzeyên Amsterdamê tê nîşandan hin hêlên Holokostê yên ku hatine jibîrkirin ji nû ve tîne bîra xelkê û dike xelk li ser wan rojan careke din bifikirin.

Di Şerê Cîhanê yê Duyem de gelek bûyerên ne baş qewimîn ku hîna jî tesîra van bûyeran dewam dike. Qetilkirina 100.000 cihûyên li Hollandayê jî parçeyekî van bûyerên sosret bû. Cihûyên ku wî zemanî li Hollandayê diman hema bêje ji %75’ê wî hatibûn qetilkirin. Kesên ku ji qetilkirinê filitîn bû jî bê pere û bi awayekî perîşan li holê mabûn. Ji lewma Naziyan hemû mal û milkên wan û pereyên wan talankiribûn û cihû wisa şilftazî mabûn li holê. Niha jî pêşangeha li Amsterdamê pencereyek nû vedike ji bo Holokostê û serpêhatiyên cihûyan. Di pêşangehê de li gel alav û tiştên talankirî em şert û mercên zehmet ên ku cihû di nav de mane jî dibînin. 

Bi awayekî sîstematîk hatin talankirin

Pêşangeha bi navê “Looted” bi hevkariya Rijksmuseum û Jewîsh Cultural Quarter ve tê li dar xistin. Gelek tişt hene ku di vê pêşangehê de bala mirov dibin ser xwe. Ji alavên olî bigirin heta bi pirtûk û cilûbergan, ji porselenên estetîk heta bi alavên muzîkê û tiştên etnîk di pêşangehê de cih digirin. Yanî mirov dikare bibêje ev pêşangeh Holokostê bi awayekî berfireh dinirxîne û ji bo ku tesîra talan û qetilkirinê bêhtir nîşan bide serpêhatiya 8 kesên ku bi talan û perîşaniyê re rû bi rû mane jî nîşan dide. Berpirsyarê Rijksmuseum armanc û pêvajoya pêşangehê bi van gotinan nirxand; “Bi vê pêşangehê du armancên me hene. Armanca yekem ewe ku em nîşan bidin mal û milkên cihûyan bi awayekî sîstematîk hatin talankirin. Ya din jî em dixwazin tesîra van êrîşên sîstematîk ya li ser cihûyan nîşan bidin.”

Têkiliya di navbera alav û nasnameyan de

Gelek pêşangehên ku di vî warî de hatibûn lidarxistin balê dibirin ser rewşa piştî talanê lê ev pêşangeha ku niha li Amsterdamê vebûye li têkiliya di navbera alav û nasnameya cihûyan de dikole. Gava ev alav û tiştên wan bi darê zorê ji wan hatin stendin wan çi hîs kir? Bi carekê windakirina hin tiştan çi ji wan bir? Pêşangeh dixwaze bersiva van pirsan bide. Serokê Konseya Bibîranîna Holokost ê li Emerîkayê Stuart E. Eizenstat û kuratorê Muzeya Cihûyan a Amsterdamê Julie-Marthe Cohen di gotara xwe ya li ser talana Naziyan de dibêjin; “Talana mal û milkên cihûyan eynî weke jenosîdeke fizîkî bi awayekî organîze, bê wijdan û berfireh bû. Wan bi van talan û êrîşan dixwest dîroka cihûyan ji kokê ve rakin û ji ser rûyê erdê xalî bikin. Naziyan bi hestên nijadeke safî xwest cihûyan ji insanetiyê derbixin da ku careke din koka qewmekî wiha şîn neyê.”

Hewldana koleksiyoneran û alavên winda

Pêşangeha bi navê “Looted” bi awayekî wisa hatiye organîzekirin ku ew ê li gelek deverên Amsterdamê alav û tiştên talanbûyî yên cihûyan werin nîşandan. Muzeya Netewî ya Holokostê û Jewish Museum jî serpêhatiyên cihûyan nîşan didin. Her wiha di van muzeyan de hewladana koleksiyonerên cihû yên xwestine mal û milkê cihûyan biparêzin jî tê nîşandan. Yek ji van koleksiyoneran jî Leo Isaac Lessmann e. Ew dildarê obejeyan ên rîtûelên cihûyan bû. Wî van obejeyan ji bo xwe pirr girîng didît û qedrê van objeyan li gel wî gelek bû. Wî qederê 1000 obejeyî kom kiribû û van obejyan diparast. Ji lewma ev obje rêûresmên cihûyan her tim zindî dihiştin. Beriya ku şer dest pê bike wî koleksiyona xwe revand Amsterdamê û paşê ew jî reviya Filistînê. Li Amsterdamê nîvê koleksiyona wî ji hêla Naziyan ve tê talankirin. Leo Isaac Lessmann çend car hewl da doza tezmînata van objeyan li dewleta Elmanyayê bike. Herî dawî bi ser jî ket lê gelek objeyên di koleksiyona wî de cih digirtin hîna jî winda ne.

‘Tenê çenteyek mabû di destên me de’

Serpêhatiya Max Heppner ê 90 salî jî têra xwe balkêş e. Malbata Max Heppener di sala 1933’an de piştî ku Adolf Hîtler dibe serokê dewletê ji Elmanyayê koçî Hollandayê dike. Gava Heppener 8 salî ye malbat dîsa mecbûr dimîne ji Naziyan bireve. Malbat ji Amsterdamê ber bi gundekî ve bar dike û herî dawî xwe di koxekî de diveşêrin. Çenteyê ku wan rojan li pişta Heppener bû û her wiha hin resmên ku wî di wan salan de xêz kirine jî di pêşangehê de tên nîşandan. Heppener jî ji New York Timesê re axiviye û gotiye; “Ev çenteyê hanê nîşaneya gelek tiştî ye; mirovên qaçax, mirovên bê alav û kêsên bê mal. Dema ku em reviyan alavên me giş winda bûn an jî ew hatin talankirin. Gava me xwe gihand wî koxê li gund di destê me de tenê ev çente hebû wekî din tiştek nemabû bi me re.”

Pêşangeha “Looted” heta 27 meha Cotmehê vekirî ye. Kesên bixwazin dikarin herin serdana Muzeya Netewî ya Holokost û Muzeya Cihiyan a li Amsterdamê û serpêhatiyên talanê bibînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.