Di çarçoveya pêngava KCKê bi navê ‘Bes e, ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê yeʼ Kurdistanî û dostên xwe yên li Londonê hatin cem hev û peyama xwe dan.
Kurdistanî û dostên xwe li meydana Picadilly Circus civiyan flamayên xwe û wêneyên Rêber Apo hildan.
Di vê civînê de Înîsiyatîfa Jinên Kurd jî amade bû û daxuyaniya çapemeniyê bi Ingilîzî, Kurdî û Tirkî hat xwendin. Herweha gelek belavok jî li kesên derdorê hatin belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN