Lobiya Erdogan a bêar û bêhed

Pêncşem 22 Îlon 2022 - 22:18

  • Di Tîrmeha bihurî de Meclîsa Şaredariya Bajêr a Frankfurtê wê li ser pêşnûmayên Die Linke û CDU yên ji bo şermezarkirina şerên êrişê yên dewleta Tirk biryar bidaya.

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Di Tîrmeha bihurî de Meclîsa Şaredariya Bajêr a Frankfurtê wê li ser pêşnûmayên Die Linke û CDU yên ji bo şermezarkirina şerên êrişê yên dewleta Tirk biryar bidaya. Lê ji ber ku koalîsyona rêveberiya bajêr a ji SPD, Partiya Keskan û Lîberalan nexwest, dengdana li ser vê pêşnûmayê hat bipaşvexistin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû li ser pêşnûmeyan dengdan çê bibe. Ji bo ku ev pêşnûme biçin ber destê Meclîsa Şaredariyê Komeleya Dostaniya Kobanê Frankfurtê gelekî kar kir. 

Axir pêr li ser peyameke li ser hesabê fermî yê partiyeke piçûk ê di meclîsa şaredariya bajêr de, derket holê ku rêxistinên lobiyê yên Tirkan hewl didin tesîrê li endamên meclîsê û rêveberiyê bikin. Partiya Die FRAKTION, di ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê, nameyeke ku Înîsiyatîfa Platforma Komeleyên Tirk ên li Hessenê (HTDîP) parve kir. Di nameya xwe de HTDîP dixwaze ku siyaseta cihî xwe dûrî mijarên navneteweyî bike. Bi vê argumana sereke ev komeleya lobiyê ya ser bi dewleta Tirk û têkiliyên wê bi dewleta Tirk re piştrast bûyî, hewl dide erêkirina pêşnûmayê asteng bike.    

Ev name bi wê yekê doh di Twittera bajarê Frankfurtê de têra xwe hate minaqeşekirin, ji ber ku partiya cihî ya di meclîsa Frankfurtê de Die FRAKTION´ê hem name li raya giştî eşkere kir û hem jî bersiva xwe. 3 endamên Die FRAKTION’ê di Meclîsa Şaredariyê de ne û ew hevgirtineke di asta bajarê Frankfurtê de ya du partiyan in: Die Piraten û Die Partei. Endamekî wan jî di meclîsa rêveberiya şaredariyê de ye.  

Em ê destekê bidin pêşnûmayê

Hesabê fermî yê Die FRAKTION’ê yê Twitterê, nameya HTDîP’ê bi vê peyamê parve kir: “Nameyek ji me re hatiye, elaqedarî pêşnûmayeke li parlamena bajêr, ya ku armanca wê şermezarkirina şerê Tirkan li dijî miletê Kurd ê li bakurê Iraq û Sûriyê.  Em helbet bersiva van nameyan didin.”

Bersiva li ser navê partiyê jî endamê Meclîsa Şaredariyê Falko Goerres daye: “Koma partiya min pêşnûmaya Hejmar 434 erê bike. Heger komeleyên platforma we ji ber wê yekê 'aciz' in ku bajarê li dinyayê vekirî Frankfurt am Main helwêstê ji bo jiyana bi hev re ya aştiyane ya her kesî û li dijî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û şerên êrişê diyar dike, hingê belkî lazim e komeleyên we û takekesên endamê we, li ser fikra xwe ya beramberî hiqûqa navneteweyî û şerên êrişên ji nû ve bihizirin.”   

Ser bi dewleta Tirk e

Komeleya Dostaniya Frankfurt-Kobanê jî elaqedarî mijarê daxwuyaniyek da û îşaret bi têkiliyên vê rêxistina lobiya Tirk û MÎT’a Tirk û dewleta Tirk kir. Wê got, DÎTÎB, Milli Goruş (IGMG) û ATÎB ji wan komeleyên endamê platformê ne. DÎTÎB ji ber ku bi îmamên xwe sîxurî li dijî Kurdan û muxalifên rejîma AKP kiribû, demekê bûbû yek ji mijarên sereke yên ewlekariya Elmanyayê. Têkiliyên Milli Goruşê yên bi desthilata dewleta Tirk re jî eşkere ne. Herçî ATÎB’ê, mizgeftên wê di dema şerê êrişê û dagirkeriyê yê li dijî Efrînê de li ser daxwaza Diyaneta Tirk, dua kiribû ji bo serketina artêşa dagirker. ATÎB weke rêxistineke ser bi rêxistina nijadperest a Tirk a Gurên Boz ên Tirk tê nasîn.

Partiya Çep çi dixwaze?      

Pêşnûmaya Partiya Çep a ku doh gava nûçeya me dihat amadekirin, diviyabû bikeve ber dengdanê, ji meclîsa şaredariyê dixwaze ku van biryaran bide: 

1. Meclîsa Şaredariya Bajêr bila tevahiya şerên li dijî hiqûqa navneteweyî şermezar bike. 

2. Li gorî wê, bila meclîsa şaredariyê êrişên dewleta Tirk ji 18’ê Nîsana 2022’yan ve li dijî herêmên Kurd lê yên bakurê Iraqê û bakurê Sûrî (Rojava) bi rê ve dibe, şermezar bike. Ew piştgiriya mexdûran dike û ji hikûmeta Tirk jî dixwaze ku her rengê êrişa li dijî bakur Iraqê û bakurê Sûriyê rawestîne.

CDU dixwaze şaredarî destekê jî bide Rojava

CDU jî bi pêşnûmaya xwe dixwaze êrişên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk bên rûreşkirin û di heman demê de ew dixwaze ku şaredarî di asta cihî de destekê bide Komeleya Dostaniya Frankfurt-Kobanê (Städtefreundschaft

Frankfurt-Kobane e.V.) bi rêya şêwrê û bexişandina alav û amûrên hewce ji bo başkirina şert û mercên xelkê yên jiyanê li Kobanê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.