Amadekariya festîvala Frankfurtê

Şemî 14 Îlon 2024 - 02:50

KCDK-E’yê ji bo Festlîvala Çanda Kurd a Navnetewî ku cara 32’yan wê pêk bê banga tevlêbûnê kir. KCDK-E'yê destnîşan kir ku amadekariyên festîvalê temam bûne û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi xeml û girêdana xwe ya Kurdî beşdarî festîvalê bibin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê cara 32’an 21’ê Îlonê li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê wê werin cem hev. Di serî de ji Elmanyayê wê ji Bakurê Fransayê, Awûstûrya, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê Kurdistanî wê biherikin Frankufurtê. KCDK-E'yê têkildarî festîvalê daxuyaniyek weşand.

Dijî êrîşan parastina çand û hunerê

Di daxuyaniyê têkoşîna gelê Kurd a ji bo misogerkirina azadiyê hate desntîşankirin û hate gotin, "Di pêvajoyekê wiha de ku govenda me jî tê qedexekirin, nikarin xwe li axaftin û stranên Kurdî jî rabigirin, gelê Kurd li dijî mejiyê faşîst, nijadperest û tekperest ji her demê bêhtir çand û dîroka xwe diparêze."

Kurd li dor Ocalan têdikoşin

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, gelê Kurd ê ku qirkirin lê tê ferzkirin bi Rêber Abdullah Ocalan xwedî li mîrateya xwe ya dîrokî, xak û çand derdikevin û got,’’Gelê Kurd û dostên wan ên li hemberî dewleta Tirk a qirker li dora paradîgmaya Rêber Apo civiyan e, her deverê dikin qada têkoşînê."

KCDK-E'yê ragihand ku Kurdistanî û dostên wan ên tevlî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn bibin wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.

Banga tevlêbûnê

KCDK-E’yê diyar kir bernameya festîvalê têra xwe dewlemend e, bi şahiyeke çandî û netewî li dijî mêtingeriyê wê helwest were nişandan.

KCDK-E'yê got amadekariyên festîvalê temam bûne û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî festîvalê bibin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.