- PDK hewl dide hinek dezgehên girîng ên Êzîdiyan kontrol bike, ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. PDK siyaseta parçekirina gelê Kurd û dest avêtina pîroziyên wan, li ser civaka Êzidî jî pêk tîne.
MERYEM ELÎ / ROJNEWS / MÛSIL
Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan ya Iraq û Herêma Kurdistanê, careke din rewşa Şengalê kirin rojevê û ji bo pêkanîna peymanê, trafîkeke hevdîtinan dest pê kir. Di serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Abbasî ya Tirkiyeyê de, di Dîdara Merî ya Hewlêrê de û di çend hevdîtinên din de rojeva Şengalê careke din hate germkirin. Di Dîdara Merî de rûniştineke taybet a bi sernavê, ‘Peymana Şengalê, pêşketin û astengî’ pêk hat. Ev rûniştin, bi beşdariya Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ku îmzeya wî di bin peymanê de heye û di heman demê de di dezgeha Parastinê de jî ji maseya Şengalê berpirsyar e, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê Qasim El-Eracî û cihgirê nûnertiya NY’yê bi rê ve çû. Li gorî nîqaş û nirxandinan, xuya dibe ku wê hewldaneke nû li dijî Şengalê dest pê bike. Li gorî nîqaşên dîdarê, komîteyek ji bo cihbicihkirina peymanê li gel Iraqê û Tirkiyeyê hatiye avakirin. Ev komîte, niha li ser mijarê kar dike.
PDK Şeşoyan bi kar tîne
Balkêş e, piştî axaftinên Rêber Ehmed, berpirsên çekdarên PDK’ê yên Şengalê Qasim Şeşo û Heyder Şeşo, bi PDK’ê û Barzaniyan re hevdîtin kirin. Encama hevdîtinên xwe jî bi xetên sereke bi rêya ragihandinê parve kirin. Çekdarên PDK’ê yên di bin fermandariya Heyder Şeşo û Qasim Şeşo de weke îdîa dikin, hejmara wan ewqas zêde nîne û ti hêzeke wan a cidî jî li Şengalê nîne. Hêza ku heye jî li dora Şerfedîn e û ti bandoreke wan li ser parastina Şengalê yan jî civaka Êzîdî nîne. Tevî ku ew hêz û qudret heye jî heya niha hêzên parastinê yên Şengalê li dijî van kes û hêzan neketine nav tevgereke leşkerî. Ji ber ku Fermandariya YBŞ-YJŞ’ê jî, Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê timî li beramberî xefkên PDK’ê ya hewl dide Êzîdiyan bi hev bide şerkirin, hişyar bûn û bi van dek û dolaban nexapiyan.
Peyamên Şeşo metirsî ye
Ya sosret jî ew e ku kesekî weke Qasim Şeşo yê ku her carê hêzên parastina Şengalê wekî ‘hêzên neyasayî’ îtham dike, ew bi xwe jî ne hêzeke fermî ya pêşmerge ye! Ji ber vê, ji bo fermîkirin û zêdekirina pereyê çekdarên xwe çû serdana Barzanî. Heger li gorî qanûnên Iraqê biçin, divê di serî de çekdarên her du Şeşoyan werin bêçekkirin. Qasim Şeşo dibêje, ew ê hejmara xwe zêde bikin û Barzanî wê çeken bipêşketî bide wan. Ev peyamên Şeşo, îşaret bi metirsiyekê dikin. Ew jî hewldanên Barzaniyan a derxistina şerê Êzîdiyan bi Êzîdiyan re ye. Herçend heta niha timî provakasyonên PDK’ê di destê wan de teqiyabin jî, ev hewldan hewldaneke metirsîdar e ku divê ti Êzîdî nekeve xizmeta vê siyaseta qirêj.
PDK û Tirk provokasyonan dikin
Hemwextê hevdîtinên her du Şeşoyan, Nadiya Mûrad bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt û Viyan Dexîl jî daxuyaniyek da çapemeniyê û dewleta Iraqê li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û civaka Êzîdî sor kir. Her wiha ji Iraqê xwest, bi darê zorê jî be, peymana 9’ê Cotmehê li ser civaka Êzîdî ferz bike. Ji daxuyaniyan û trafîka hevdîtinan xuya dibe ku PDK û dewleta Tirk li Şengalê li pey provakasyonên xeter in. Tişta ku nekarî bi xwe bike, bi destê Iraq û dewleta Tirk bike, niha hewl dide bi destê hin Êzîdiyên hevkar bide kirin.